Awusturiya: Navenda Rewanda Kurdistanê-Viyêna beşdarî çalakiya protestokirina hikûmeta dagirker a Îranê bû 

Navenda Rewanda Kurdistanê-Viyêna ya li ber Wezareta Karên Derve ya Awusturiyayê beşdarî kombûneke girseyî ya li dijî sûcên Komara Îslamî ya Îranê bû 

Roja şembîyê 14/1/2023 navenda rewanda Kurdistanê-Viyêna bi serokatîya Heval Efşîn Aqdasî endamê komîteya giştî li Viyena û endam û hevalên navenda rewanda Kurdistanê beşdarî di kombûnekê de kirin û kirdarên nemirovane yên komara îslamîya Îranê yên li dijî Kurdên Rojhelat û gelên Îranê riswa kirin 

Ev kombûna li navenda Viyêna li ber wezareta derveya Awusturiya hat sazdan û ji alîyê çend partî û rêxistinên Awusturiyayîyên Kurdistanî û Îranî ve hat sazdan û tê de tawanên komara Islamîya Îranê riswa kirin 

Hêjayî gotinê ye ku, ji bilî Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê nûnerên neteweyên din ên weke Belûç, Faris, Awusturiya û yên din beşdarî mitîngê bûn û sloganên hevkarhatinê berz kirin

___

Hewlêr: Tahir Hewramî jiber pênc salên referandoma serxwebûnê beşdarî panela ansîklopediya PDKê dibe

KDC

Rêxistina Kangayê Ji Bo 8ê Adarê Peyamek Weşand 

KDC

Buhayê Petrolê Wê Bilind Bibe

KDC
KDC

FREE
VIEW