Peyama Navenda Revenda Kurd Ji Bo Salvegera Referandûmê

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt di merasimekê de pîrozbahî ji bo referanduma Serxwebûna Herêma Kurdistanê pêşkêşî amadebûyan kir û ragihand ku mafê her miletekî ye ku wek dewletek li ser xaka xwe azad û serbest bijî. Di heman demê de bal kişande ser wê yekê ku ew hewl didin ji bo ku Kurd li welatên Ewropa xwe tevlî civaka siyasî bikin da ku neviyên me bi rêya siyasî yên wan welatan bikaribin xizmeta welatê xwe bikin.

Merheba, Xwuşk û Birayên Delal

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt bi germî bixêrhatina we hemûyan dike. Em şad in ku di vê roja dîrokî ya bi rûmet a çaremîn salvegera referandûma gelê Kurdistanê ya ji bo dîyarkirina çarenivîsa xwe li vir kom bûne. 

Mafê her miletekî ye ku li ser axa xwe azad û serbest wek dewlet bijî. Em wek Kurd ji vî mafî bêpar hatine hîştin û nahêlin em li ser vê mijarê biaxivin jî. 

Rast e rewşa siyasî ya parçeyên Kurdistanê cûda ye û berjewendiyên welatên cîhanê û herêmê rasterast bandorê li ser rewşa niha ya Kurdan dike lê tevî van hemû astengan jî em Kurd bi serokatiya Serok Barzanî beşdarî vê pêvajoyê bûn û me biryar da: “Belê Ji Bo Serxwebûnê” divê em 25ê meha 9an, roja dîrokî, salane bibîr bînin û di wê rojê de peymanê nû bikin. 

Li vir em dixwazin ji we xoşewîstan re bibêjin; damezrandina Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt, bi perspektîfa hesta Kurdistanî, wek proje ava bûye û xebatê li ser komkirina revendên Kurdistanî dike. Li ser bingeha demokrasî, wekhevî û pêkvejiyanê ji bo nifşên pêşerojê dixebite. Di avakirina têkilî û hevkariya civaka sivîl a welatên ku Kurd lê dijîn de bi komele, rêxistin, federasyon, kar li ser civîna di bin sîwaneke Kurdistanî de ku ew jî alaya pîroz a Kurdistanê ye, dike. Divê em bi hev re kar li ser handan û piştgiriya xwendekar û ciwanên me bikin ku entegreyî pergala siyasî û çandî ya welatên Ewropayê bibin.

Erk û karê me dûrî îdeolojî, riq û nefretê ye û peyamên me medenî ne, di warê hest û jiyana neteweyî de ji bo ku xizmeta pêşeroja neviyên xwe yên li derve bikin, da ku em nifşekî tendurist û nîştimanperwer bibexşin ji bo axa dayik. 

Em careke din bi xêrhatina her kesî dikin û spasiya we dikin. 

Em ê di van çend saetan da, bi hev ra demeke xweş derbas bikin. 

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt

25.09.2021

___

Emerîka piştgêriya xwe jibo danustanên aliyên Rojava dupat dike

KDC

Keça Kurd a ji Efrînê, Rodî Eli, li Almanya Xelata Cîhanî ya 2021 Princess Diyana werdigire…!

KDC

Saman Sîweylî: Cara Yekemîn E Wê Ji Bo Kurdên Li Derve Projeya Fêrkirina Zimanê Kurdî Ji Aliyê Wezareta Perwerdehiyê Ve Bê Dayîn

KDC
KDC

FREE
VIEW