Encamnameya dawî ya Konferansa Lozanê 27–28.05.2023.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî, encam û pêşniyarên konferansa (Sedsalek Piştî Peymana Lozanê Raman û Nêrîn) ku çendîn kesayetiyên siyasî û zaniyarên Kurd tê de beşdar bûn, encamnameya li jêr belav kir.
28.05.2023
Deqa daxuyaniyê:
Di 27 û 28´ê Gulana 2023´an de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê yekemîn civîna Konfederasyona Dîasporayên Revenda Kurdistanî bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê hat li darxistin.
Beşdarên Birêz, Panelîst û rêvebirên panelê, Kurdistaniyên ezîz li nav Kurdistanê û li dîasporayê, ji bo organîzekirina vê civînê destxweşî dilxwaz û hevkarên me dikin. Em bi hebûn û beşdarbûna we bi hurmet, minetdarî û bi nirxek bilin dinirxînin.
Di dawiya vê civînê de, em pêwîst dibînin ku bi kurtî çend encam, têbînî û pêşniyaran rabigihînin:
- Yekemîn civîna Konfederasyona Revenda Kurdistanî li ser asta berfireh û li derveyê Kurdistanê, bi beşdarbûn û amadebûna bi sedan Kurdên li nav û derveyê Kurdistanê û bi dehan dostên Kurdistanê li dîdara 100 saliya peymana Lozanê li Swîsreyê.
Kurdistan bi serketî hat dabeşkirin
Çar panel bi beşdariya 20 lêkolîner, pispor û siyasetmedaran, bi kurdî, fransî û îngilîzî, ji alî û aliyên cuda ve ji bo nirxandin û xwendina bandorên piralî yên vê peymana xerab, di nava 100 salan de.
Di dema borî de
- Di vê hevdîtinê de axaftina Serok Barzanî û Serokê Şaredariya Lozanê û Serokê Konfederasyonê bi serbilindî hate xwendin Helwesta objektîf a serkirdeyên Kurdistanê di 100 salên derbasbûyî de, bê cudahî, têkoşîn, ked û fedekarî, doza gelê Kurd û Kurdistanê ku heta roja îro zindî ragirtiye, bi rêz û hurmet û nirx û qîmetek mezin hat nirxandin.
- Bi beşdariya hêzên cîhanî yê wê demê, gelê Kurd nekarî di peyama Lozanê de cîh bigrê.Di wî warî de şikestinek bû bo gelê Kurdistan.
Dîrok şahidê wê ye ku her çend Kurdistan pirtir dabeşkirî bû be jî, tevî guhertinên demografîk û polîtîkayên înkar û çewisandinê, lê hewildan û têkoşîna bo Kurdistanê bê navber berdewam bû û ji hemû neteweyên cîhanê re îsbat kir ku Kurd (zindiye qet natewe ala me). Lê dewletên ku Kurdistanê di nav xwe de dabeşkirine, nekaribûne pêşî li xebata cîyawaz ya gelê Kurdistanê, li hember dagîrkerî, li dijî sîtemkarî û çewsandinê û bê par kirin, li hebûn nasnameya gelê Kurdistanê bigrên.
Lewma divê ezmûna 100 salên borî ji bo her kesî bibe ders. Tenê li hevkirin, diyalog û rêzgirtina ji hev re rêya rast e.
Di derbarê pêşniyarên vê civîna hanê de, Kurdistaniyên hêja, beşdarên rêzdar, Pêşniyarên vê civîna dîrokî di xalên jêrîn de bi kurtî têne vegotin: - Piştî sed sal ji peymana Lozanê ku rastiya sînorên navneteweyî li ser me ferz kir, mixabin parçebûna Kurdistanê rastiyek e û Kurdistan bûye çar parçe. Pirsgirêka her parçeyekî ji ya din cuda ye û taybetiyên xwe hene û her têkoşînek li her parçeyekî divê di nav sînor û çarçoveya wê beşê de be. Lewma her tevger û hewldanek li her parçeyekî Kurdistanê divê li ser bingehê nêrîneke jîr û realîst be. Ji bo ku bandoreke neyînî li tu parçeyekî din ê Kurdistanê neke. Pêşketina doza Kurdistanê li her deverekê, pêşketina doza Kurdistanê bi giştî ye.
- Di vê navberê de, ezmûna Herêma Kurdistana Iraqê ezmûnek e ku statuya wê ya yasayî û destûrî heye. Divê em hemû li ser parastina û xurtkirina saziyên xwe de be. Ev pêkhate îspat kiriye ku ji bo welatên cîran ne tehdîd e, di heman demê de faktora aşîtî û li hevhatinê ye.
Encamnameya dawî ya Konferansa Lozanê 27–28.05.2023
Konfederasyona Revenda Kurdistanî encamnameya dawî ya Konferansa Lozanê pêşkeşî raya giştî dike.