Talîban Efûyeke Giştî Derdixe

Talîbanê efûyeke giştî derxist û bang li karmend û rayedarên hikûmetê dike ku vegerin ser karên xwe.

Talîbanê bi daxuyaniyekê efûyeke giştî ji bo hemû karmendên dewletê ragihand û got, “Em her kesî efû dikin, lewma bi bawerî li karê xwe vegerin.”

Berdevkê Talîbanê Suheyl Şahîn diyar kir ku ew mal û milkên gelê Afgan diparêzin û li benda veguhastina desthilatdariyê bi rengekî aştiyane ne.

Doh Balyozê Rûsya yê li Kabûlê Dmitry Gernov tekez kir ku Talîbanê soz daye karmendên asayîşê û serbazên Afganistanê ku wan efû dikin û tu dozan li wan venakin.

Heta niha jî gelek Afganî hewl didin ku ji welêt birevin ji ber tirsa desthilata Talîbanê.

___

Ciwanekî Kurd Hatiye Darvekirin

KDC

Nûnerê Konfederasyona Rewanda Kurdistanî-Amerîka û Kanadayê beşdarî civîna Peymangeha Zêrîn a Karên Stratejîk a Navneteweyî bû  

KDC

Çalakiyên meha 03 a sala 2023 yên konfederasyona revenda Kurdistanî û navenda revenda KurdistanîÇalakiyên meha 03 a sala 2023 yên

KDC
KDC

FREE
VIEW