Dexsîna dilê min


Cankurd – 1986

Dexsîna dilê min ji van tivîrkan e
Welatê wan li pişta wan e
…û jiyana wan geryan e
Derbas dibin tixûbên dûr
…û sînor di zimanê wan de nehane
Dexsîna dilê min ji van zarokan e
Ev ên ku bi roj dilîzin,
Dibezin…
Dimîzin…
…û di xewnê de lîstikan dibînin
…û hêviyên mezin ji xwe re diçînin
…û nizanin ku ba tijî jehr e
Av tijî jehr e
…û pîvaza ku em ji enkûrê hildikin
…û her tiştekê ku em dixun..
Dexsîna dilê min ji masiyên deryan e
…û ji van tirênan e
Evên ku di şeva reş de
Dibezin di rê de
Derbas dibin tixûbên welatê min
…û hîn wê de…
Tenê xwe rûdinim
Di bêdengiya şevê de
Weke mela yê di nimêja sibê de
…û dostan di bîra xwe de
Yek bi yek dijmêrim
Li deriyê malê dinêrim,
..û guh didêrim,
ku yek ji wan bê
di vê tenahiyê de…
Xerîbiyê!
Te hestiyê min hêra
Ez ê giliyêd xwe bikim
Lê ji kê re… ji kê re

Dexsîna dilê min ji van hunermendan e
Kela dilê xwe dirêjin
…û hesretên xwe dibêjin
…û jiyana wan eşq û stran e
Xerîbiyê!
Te ez girtim bi dava
Weke mirovê kûr ji herdu çava
Te lingêd min xistin kemenda
..û bi ser de anî lehiya van derda…
Xerîbiyê!
Ez ê xwe azakim ji van koletiya
…û ji van derda…
Ez ê xaniyekî xwe li gundê me ava bikim
…û bîranînêd xwe ji razanê rakim
Ez ê divîtê xwe bavêjim
…û van dilopên xwîna dilî narêjim
Narêjim…

___

Amerîka Li Ser Xetereya Dubarebûna Ezmûna Afganistanê Li Iraqê Biryar Dide

KDC

Baslkên Aştiyê Ala Kurdistanê …!!

KDC

Almanya Ji Bo Belarûsê Li Cezayeke Nû Digere

KDC
KDC

FREE
VIEW