Hejmara Giliyan Wê Were Aşkere Kirin

Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê diyar kir ku wan 356 îdîayên li ser encamên hilbijartinê wergirtine .

Berpirsê beşa giliyan a komîsyona bilinda serbixweya hilbijartinên Iraqê Heseneyn Leys ji rojnamevanan re ragihand ku komîsyonê di hilbijartinên parlamentoyê Iraqê de 356 deng û gilî wergirtiye û 329 ji wan di hilbijartinên giştî de bûne û 27 jî di hilbijartinên taybet de bûn.

Her wiha destnîşan kir ku gilî bi rengên sor û kesk hatine dabeşkirin û dê hemû gilî ji aliyê komîsyoneke taybet ve bêne lêkolînkirin.

Roja yekşema borî hilbijartinên pêşwextên encûmena nûnerên Iraqê hatine kirin lê piştî hilbijartinan çend aliyan gilî û gazincên xwe ji hilbijartinan kirin.

___

Cezaya Girtîgehê Li Çend Welatiyên Şinoyî Hatiye Birîn 

KDC

Kurdekî Di Fîlmeke Swêdî De Rola Sereke Lîstiye

KDC

Koçberekî Kurd Qala Şandina Koçberan Bo Ruandayê Dike

KDC
KDC

FREE
VIEW