Li Fransayê çalakiyeke


Navenda Revenda Kurd li derve di nav serdan û çalakîyên xwe de yên ji bo avedankirin û ji nû ve sazkirina navendên li welatên Ewropa û berdewambûna peywendîyên xwe bi rêxistin û federasyonên din ên Kurd li wan welatan damezrand.

Di çend rojên borî de li gel nûnerê birê Faris Omer û Kejal Derwêş endamên navendî serdana navenda Fransa li Parîsê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev navend di dema derbasbûyî de bi fermî destûra kar li Fransa wergirtî ye û ew camêrên navendê kar û çalakiyên xwe didomînin.

Destpêka serdanan di civîna nunerên navendê de ligel birêz Elî Dolemerî nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa û çend mijarên girîng yên girêdayî karê Navenda Revenda Kurd hatin gotûbêjkirin.

Tekezî li ser kar û çalakîyên pêşerojê û hevbendîya berdewam û peywendîyên berdewam ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê li Fransa û karkirin li ser yekdengî û yekrêzî hat kirin.

Di heman rojê de piştî nîvro nûnerên navendê bi Federasyona Komaleyên Kurdistanê ku nûnertiya hin komên li Fransayê dikin re civiyan. Tevî ku gelek civîn û hevdîtinên din li gel hin komên din li Fransayê û civîna dawî ya li gel Navenda Revenda Kurd li derve – Fransa pêk hat û pişt re pîrozbahiya karê fermî weke navendekê hate kirin, li çend bajarên cuda yên Fransayê endamên navendê amade bûn, gelek biryar û pêşniyar ji bo pêşeroja karê navendê li welat hatin dayîn.

___

Pîrozbahî Ji Tora Hevkariya Rêxistinan

KDC

Kitêba Yekemîn Ya Hewlêrê Wê Li Swêdê Were Çapkirin

KDC

Wezîrê Tenduristiyê: 700 Hezar Derzî Li Welatiyan Hatiye Dayîn

KDC
KDC

FREE
VIEW