Êrîş Li Ser Ofîsa Rdaw Li Qamişlo Hate Kirin

Îro hejmarek gencên ser bi (tevgera ciwanên şoreşger) êrşî ofîsa tora medyayî ya Rûdaw li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kirin, û ofîs dane ber kevirbarînê.

Di vê derbarê de Rûdaw daxuyaniyek belavkir û kar bi tundî şermezarkir

Di daxuyaniya Rûdaw de hat ku Demjimêr 10:00ê berî nîvroya îro 5ê îlona 2021, hejmarek ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ku rêxistineke ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê ye, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê mîtîngek li pêşber ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Qamişlo lidar xistin.
Li gorî daxuyanî yê, Piştî nîv demjimêrê ji kombûna wan, demjimêr 10:30 araste û daxwazkariyên xwe guherandin û berê xwe dan ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê. Bêyî ti sedem û daxwazkariyekê dest bi kevirbarankirina Ofîsa Rûdawê li Qamişlo kirin. Ji bextê baş ti ziyaneke giyanî ya êrişê nebû, bi saya xweparastina karmendên Rûdawê ji êrişê. Lê belê ziyan gihişte Ofîsa Rûdawê û deriyê sereke û cama piraniya pencereyan hatin şikandin.
Tê zanîn bi awakî berdewam êrîşên vê girûpa bi Ciwanên Şoreşger li ser dezgehên ragehandinê û ofîs û çalakî yên alî yên Kurdî yên Rojavayê Kurdsitanê têne kirin, û herçende daxwaz li hêzên Sûriya demukra HSD têne kirin daku kiriyayên wan kontirl bikin, lê di navebra her demekê û ya din de, her têne kirin.

KDC

FREE
VIEW