Tirkiye Wê Dîsa Êrîşî Rojavayê Kurdistanê Bike?

Li gorî raporekê, piştî yekitiya komên çekdar ên Sûriyeyê ku di bin navê Eniya Azadkirina Sûriyeyê de destekê didin Tirkiyeyê, metirsî heye ku Tirkiye dîsa êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.

Rojnameya Rûsî nûçeyek belav kir ku hin çavdêr di wê baweriyê de ne ku yekgirtina komên çekdar ên Sûriyeyê bi piştgiriya Tirkiyeyê di bin navê Eniya Azadkirina Sûriyê de destpêka amadekariyên Tirkiyê ji bo êrîşên leşkerî li ser herêma Rojavayê Kurdistanê yên di bin serweriya hêzên Sûriya Demokratîk de ye.

Di demên derbasbûyî de rojnameya Şerq El-Ewset diyar kir ku milîsên çekdar ên Sûriyê ku piştgiriya Tirkiyeyê dikin û bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê tê naskirin, ragihandin ku ew saziyeke leşkerî ava dikin, ev jî ji bo pêkanîna armancên leşkerî û siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rojavayê Kurdistanê û birêvebirina pêvajoya şer li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk biryar dane ku komên xwe yên çekdar ên cuda bikin yek.

Rojnameyê ji zarê endamê Encumena Fermandarîya Enîya Azadkirina Sûriyeyê Mistefa Sîcrî ragihand ku Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya Tirkîyê li benda demeke guncaw e ji bo destpêkirina operasyonên li dijî Hêzên Sûrîyeya Demokratîk.

Sicîrî diyar kir ku pêvajoya yekkirina komên çekdar ên Sûriyê di çarçoveya ji nû ve birêxistinkirina malên van hêzan de ye da ku karibin di pêşerojê de bibin navenda her şerekî li dijî Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk.

KDC

FREE
VIEW