Serokê Perlemênta Urdunê Serdana Kurdistanê Kir

Serokê Pelemênta welatê Urdunê serdana Hewlêrê kir û ligel serokaiyên herêma Kurdistanê civiya

Duh şemiyê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya serokê perlemênta Ebdulmomin EL-Odat û şanda pêre kir, û di hevdîtinekê de peywendî yên navbera herêma Kurdistanê û Urdunê hatin guftûgo kirin.
Di heman civînê de ku seroka perlemênta Kurdistanê Rêwas Fayeq jî beşdar bû, El-Odat li ser pişgiriya Şahê Urdunê Ebdullahê Dûyemê jibo Kurdistanê kir, û da xuya kirin ku ew rola hêzên pêşmerge di şerê li dijî teroê berçav digirin.

Wekî din, serok wezîrê hukûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî pêşwazî li El-Odat kir û pêywendî yên hukûmî yên navbera herdû aliyan hatin guftûgo kirin û cext li ser bihêzkirina wan hate kirin.

El-Odat herweha serdana serok Mesûd Barzanî kir, û silav û peyama Şahê Urdunê gehanide wî, û bi taybet dupatkirina li ser piştgêrya Urdunê jibo Kurdistanê di çarçova hevpeymaniya şerê li dijî terorê, de û di warên din de jî:

Di dawiya serdanê xwe de, El-Odat, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, û got: “Pêwendiyeke me ya dîrokî bi Herêma Kurdistanê re heye û her dem ew pêwendiyên me di astên bilind de bûn.

KDC

FREE
VIEW