Li Başûrê Macaristanê Çend Koçber Birîndar Bûne 

Li başûrê Macaristanê rûdaneke tund ya trafîkê çêbûye û çend koçber bi giranî birîndar bûne. Şofêr bi tawana qaçaxçîtiyê û rûdanê hatiye girtin.

Sedema qezaya li başûrê Macaristanê ku tê de 26 koçber û şofêrek birîndar bûne, ji ber barê zêde bûye.

Polîsên Macaristanê diyar kirine ku otomobîl li gundê Voraskotî ya li nêzikî bajarokê Sezgd a li ser sînor li dîwarê xaniyekî ketiye û qeza kiriye.

Ajansan diyar kir ku 17 kes bi giranî birîndar bûne û 10 kes jî bi sivikî birîndar bûne.

Bi giştî 28 koçber di otomobîlê de bûn, şofêrê Belçîkî jî hatiye girtin û hatiye diyarkirin ku ev kom ji sînorê berê yê Macaristan-Sirbistanê derbas bûye.

___

Buhayê Petrolê Zêdetir Dibiye

KDC

Joe Biden: Êrîşa Tirkiyeyê Ya Ser Rojavayê Kurdistanê Ji Bo Amerîkayê Xetere Ye

KDC

Rûsya Li Ser Krîza Koçberan Hate Deng

KDC
KDC

FREE
VIEW