Ji Mîlyonekê Zêdetir Kes Ji Ûkraynayê Koçberî Ewropayê Bûne 

Ji ber êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê ku di 24ê Adarê de dest pê kir, ji mîlyonekê zêdetir Ûkraynayî koçberî Ewropayê bûne.

Malpera Euronewsê aşkere kir ku ji ber êrîşa Rûsyayê heta niha 1 milyon û 38 hezar û 583 Ûkraynayiyan koçî Ewropayê kirine:

Polonya 547982, Macarîstan 133009, Moldova 97827, Slovenya 72200, Romanya 51260, Rûsya 47800, Belarûs 357 û welatên din ên Ewropayê 88147.

Ji ber şerê Rûsyayê ku di nava welatên cîran û Yekîtiya Ewropayê de rê li ber fikaran vekiriye, herikîna penaberan her roj zêdetir dibe.

Hêjayî gotinê ye ku Komîsyona Penaberan a Neteweyên Yekbûyî berî niha hişyariya herikîna penaberan dabû ku dixwazin li welatên cîran, li cihekî aram bimînin. Her wiha Komîsyona Penaberan li gorî Qanûna Mafên Penaberan wê ji bo 3 salan mafê penaberiyê bide Ûkraynayiyan.

___

Hewlêr – cezayê bidarvekirina sê bikujên Serkirdekî Rojhelat derçû

KDC

Li Swêdê Semînerek Li Ser Kîmyabarana Helebceyê Hate Lidarxistin 

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Kanada pêwîstiyên xwe ji bo çalakgerên greva li ber parlamentoya wî welatî dabîn dike

KDC
KDC

FREE
VIEW