Roja Yekşemê 20.03.2022 Navenda Revenda Kurdistanî li Kopenhagê agirê Newrozê bi beşdariya mêvanên ji her çar parçeyên Kurdistanê vêxist. Piştî wê Sazan Xan seroka navendê bi xêrhatina mêvanan kir û kêfxweşiya xwe ji xelkê re anî ziman.
Agirê Newrozê hate vêxistin û bi govend, muzîk û stranan hate xemilandin. Gelek malbatên ku beşdar bûn bi vê partiyê kêfxweş bûn û spasiya navendê kirin. Şahî heta derengiya şevê berdewam kir.