Konfederasyona Revenda Kurdistanî Peyamek Ji Bo Bîranîna Enfalê Weşand

Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo bîranîna salvegera Enfalê û jenosîda gelê Kurd ku bi hezaran Kurd ji aliyê rejîma faşîst a Baasê ve hatin kuştin peyamek weşand. Konfederasyonê 180 hezar welatiyên Kurdên şehîd bibîr anî û teqez li ser vê yekê kir ku divê her kes bi hev re kar bike da ku tawanan weke jenosîd bidine naskirin û qerebûya malbetên wan bikin.
 
Peyam:
Îro 34 sal di ser karesata Enfalê ya gelê Kurd li Başûr re derbas bû, ku ji alîyê rejîma faşist a Beasê ve hate encamdan û tê de 180.000 hevwelatîyên Kurd ên bêguneh hatine qirrkirin û pêwîst e ku her kesekê Kurd çi li ser astê xwe be û çi li ser astê konfederasyonê be, divê bi awayekî navdewletî kar bike da ku tawanan wek jenosîd bide nasandin û hewl bide qerebûya malbatên enfalan bike.
Em ji vir serê xwe li ber giyanên pak ên qurbaniyên Enfalê û malbatên wan ên bi rûmet ditewînin.
 
Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Yekem Xwepêşandana Li Dijî Talîbanê Hate Kirin û Kuştî Hene

KDC

Zarokekî 12 Salî Êrîşa Sîberî Kiriye

KDC

Federasyona komeleyên Kurdistanî li Siwîd şewtinanina dezgehên giştî şermezar dike

KDC
KDC

FREE
VIEW