Cankurd/ 2003
Gula min ji nav axa sor a deșta Dudêriya ye
Wekî keçeka Kurd e,
ciwan û bejin di hev da
Coyekî piçûk e, aveke Kanîsarekê di nav da…
Dixulxule ji sîngê Keloșkê
û tenbûreke Adîkê di dest da…
Di ezmanê gula min re
ewirên dagirtî dilivlivin
dibine çem û rûbar
û bilbil xwe davêjin bi ser da…
Gula min li vê cîhana bê bext nenas û tenha ye,
û rewșa hejar û bindestan her weha ye…
Lê ji her aliyekî van deșt û çiyan ve,
û ji van Kurdên Rojava
ewîl û xort dikevin ji bona wê
dimirin di ber da…
Gula min dareke bilind a Tûyê ye
Li ber așê mezin ê avê
di devê rê da…
Masîvan masiyên xwe di beniya ra dikin
Nimêjkar nimêja xwe li ser geya dikin
Şivan pezên xwe dicivînin û telme çêdikin
di siya wê da…
Gula min bi nav û deng e,
Baxê geliyê Tîran e, șox û șeng e
Wekî Şehrezad a efsaneyên kevin
dihatin gotin li ber pixêrekên gunda…
Belê evên ji gulan heznakin
Nizanin ew kî ye, ji ku hatiye
An jî hebûna wê bi derewan bincil dikin
Dibêjin: Me navê wê nebihîstiye…
Lew re ew bi navê Gulê bû û her wilo mayî,
Li vê cîhana bê mirovatî,
cîhana xêrnexwaziyê
Wekî straneke kevnare ya çiyayî…
Gula min dijî di rêzikên helbestan,
ku têne vehûnan ji ber sohtîna di hinavên min da…