Navenda Revenda Kurdistanî Li Hannoverê Kom Bû 

Navenda Revenda Kurdistanî li Hanoverê civiya û li ser bingeha pisporiya kesan di beşên navendê de endamên nû di desteya navendê de hatin diyarkirin.

Di 24.04.2022an de li bajarê Hanoverê duyemîn civîna Navenda Revenda Kurdistanî hat li dar xistin û bi beşdariya endamên desteya berê ya reveberiyê, endam û kesayetîyên nû yên jin, hunermend û navdar amade bûn.

Destpêka civînê bi deqîqeyek rawestana ji bo giyanê pak ê şehîdan dest pê kir, paşê beşdaran xwe pêşkêş kirin. Pişt re kurteyeke bi hûrgilî li ser navendê û destpêka wê, hemû kar û çalakî, bernameya kar û armancên navendê hate nîqaşkirin.

Civîn bi nîqaşeke vekirî ji beşdaran re hate vekirin da ku pirs, şîrove û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.

Beşa duyemîn a civînê xebatên birêxistinkirina navendê bûn û tê de beşên navendî û erkên desteya rêveber bi berfirehî hatin nîqaşkirin.

Desteya serpereştiyê ya navendî ya nû hate hilbijartin û guhertin di desteya navendî de hate kirin. Hin hunermend, jin, ciwan û kesayetên navdar di desteya nû de dest bi kar kirin.

Beş li gorî şarezayî û pisporiya endamên desteyê hatin dabeşkirin û biryar hat girtin ku di du hefteyên pêş de berpirsên beşan plan û pêşniyarên xwe yên pêşerojê ji bo navendê, îsal amade bikin û nîqaş bikin da ku paşê kar li ser wan were kirin.

___

Peyama Konfederasyonê bi boneya 9. Salvegera Komkujiya Şengalê

KDC

Îtlaatê Hunermendekî Kurd Desteser Kiriye

KDC

ji bo damezrandina navendên rewanda Kurdistanî yên li Rûsyayê û welatên Yekîtiya Soviyetê ya berê civînek hate lidarxistin 

KDC
KDC

FREE
VIEW