Navenda Revenda Kurdistanî Beşdarî Civîna Rewşenbîrî Ya YNRKS Bû

Navenda Revenda Kurdistanî beşdarî semînara rewşenbîrî ya YNRKS bû. di derbarê wêjeya Kurdî da civîneke kêrhatî li dar xist. Semînara li bajarê Essen a Almanyayê di bingeha Wan da pêk hat. Di vê semînarê da pirtûka helbestan ya helbestvanê hêja Mihemed Nesir hate danasîn. Çend helbestên wî hatin xwendin, di dawîyê da helbestvan bi xwe jî hinek ji wan helbestên ku di pirtûkê da cîh girtine ji bo amadekaran xwendin. Helbestvan helbestên xwe bi ziimanê erebî nivîsîne, ji ber vê jî hinek dan û standin li ser pirsa zimanî hatin meşandin.

Di beşa duwemîn da rê dane torevan û romannivîserê kurd berêz Loqman Silêman. Pirtûk û romana wî hate danasîn. Nivîskarê hêja behsa berhevkirin û derbasî ser kaxezê kirina çîrok û berhemên xwe yên mayîn kir. Di dawîyê da, li ser kar û xebatên berêz Loqman jî niqav hatin meşandin.

Di civînê da nêzîkî 70 sîyasetmedar, nivîskar, helbestvan û hunermend beşdar bûn.

Li ser navê Navenda Revenda Kurdistanî li Almanya şandek beşdar bû û piştgirîya xwe ji bo kar û barên wêjeyî dan xuyakirin.

___

Li Swêdê Ji Bo Çûyîna Bijîşkê Diranan Divê 7 Salan Li Hêviya Hatina Dorê Bimînî

KDC

Serokê Herêma Kurdistanê Roja Hilbijartina Parlementoyê Diyar Kir 

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî li Norweç Kongreya Xwe Pêkanî

nusar1
KDC

FREE
VIEW