Efrîn – Nifûsa Kurdan ji 90% daketîye 23%

Guherîna demografî a li Efrînê tê kirin dewam dike, paş dagîrkirina vê herêma Rojava Kurdistanê, di salek û nîvan de, nifûsa Kurdan daketîye 23%.
Hat ragihandin ku di dema salek û nîvan de, nifûsa Kurdan li bajarê Efrînê yê Rojava Kurdistanê, bi rêjeyeke herî mezin daketîye û bi sedema guherîna demografî a ku ji hêla mîlîsên Tirkiyê ve tê encam dayîn, nifûsa Kurdan ji 90% daketîye 23%.
Di rapora tewan û cînayetên ku mîlîsên Tirkiyê encam dane, xweya dibe ku di dema salek û nîvan de, aqûbeta hezar 200 jinan nediyare û agahî ji wan jinan nayê girtin.
Zêdetrî hezar jin jî hatine qetil kirin û hatine tecawiz kirin, 99 jî hatine revandin û derbasî girtîgehên Ezaz û Tirkiyê hatine kirine.
Amarên 6 mehên dawî jî 23 jin hatine kuştin, 1 jin jî bi darê zorê hatîye zewicandin, 9 jin jî hatine tecawizkirin.
Dewleta Tirkiyê ev dema dû salane herêma Efrînê dagîr kirîye, rêxistina PKKê û hêzên girêday wê ev bajar bê şer ji bo Tirkiyê hişt û ji wê demê ve, gelê Efrînê koçber bûne û ên ku li wir jî mane rojane sitem û zorîya mîlîsên Tirkiyê jiyan dikin.

Darka mazi

___

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Salvegera Rojnamevaniya Kurdî Pîroz Kir
 

KDC

Serok Barzanî Pêşwaziya Konfederasyona Revenda Kurd Kir

KDC

Tahir Hewramî pêşwazîya grûpa dostanîya Kurd û Almaniya kir 

KDC
KDC

FREE
VIEW