Waşinton: Nunerê Konfedresyona Rewanda Kurdistanê beşdariya salvegera koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî kir 

Roja şembîyê 4 Adara 2023 nûnerê konfedrasiyona rewanda Kurdistanê li Amerîka û Kanadayê li ser vexwandina liqa 7 a Partiya Demokrata Kurdistanê beşdarî di 44 saliya koça dawîya Mela Mistefa Barzanî de kir û ji alîyê Hîkmet Bamarnî berpirsê liqê ve bi germî hat pêşwazîkirin 

Merasîm bi sirûda netewî Ey Reqîb û çend kêlîkên bêdengiyê ji bo rêzgirtina giyanê pak a şehîdên rêya azadiya Kurd û Kurdistanê dest pê kir û piştre belgeyên li ser jiyan û têkoşîna Mele Mistefa Barzanî hatin nîşandan 

Pişt re çar grûpên her çar parçeyên Kurdistanê behsa rola Barzanî yê nemir di têkoşîna rizgariya Kurdistanê de û beşdarîkirina Barzanî bi serkirdatîya Mela Mistefa li herêma Kurdistanê û nirxandina rola serkirdeyê mezin kirin 

Di beşeke din ya salvegerê de çend helbest û sirûd hatin pêşkêşkirin 

Hêjayê gotinê ye, ku di evê salvegerê de nûnerên hukûmeta herêma Kurdistanê û rêvebirê kar û barên giştî li balyozxaneya Iraqê ya li Waşîngtonê amade bûbûn .

___

Ava Gola Ûrmiyeyê Gelekî Kêm Bûye

KDC

Leşkerê Almaniya piştgêriya xwe jibo pêşmerge dupat dike

KDC

35´e mîn Salvegera Terorkirina Dr. Abdulrehman Qasimlo û Ebdulla Qadirî Azer de wan bi rêz û hurmet bi bîrtînin.

nusar1
KDC

FREE
VIEW