Elmanya: Serdar Xate serdana malên Êzdiyan kir


Rêheval Xate li bajarê Oldenburg ê Elmanyayê serdana mala Êzidiyan kir û ji aliyê serok û komîteya rêveber ve hate pêşwazîkirin.
Roja duşemê 25.09.2023 xanim Xete Efser ji fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî, serdana Mala Êzdiyan li bajarê Oldenburg a Almanyayê kir û ji aliyê Serok û Desteya Kargêrî ya Mala Êzdiyan Îlyas Yanç ve hat pêşwazîkirin.


Di civînê de dîroka damezrandina Mala Êzdiyan di sala 1996´an de hate nîqaşkirin û piştre li ser alîkarî û piştgiriya ji bo doza rewa ya gelê Kurd hate nîqaşkirin. Di sala 2014´an de, piştî êrîşa terorîstên Dewleta Îslamî li ser Şingalê û karesata komkujî û jenosîda Êzdiyan, ew wek bîranînên tal hatin binavkirin.
Di heman hevdîtinê de Rêheval Xate piştgiriya xwe ya ji bo Êzdiyatiyê dûbare kir û hêvî xwest ku mala Êzdiyan hertim bibe mala her kesî û hêviya berdewamiya xebata wan kir. Piştre serdana yekîneyên îdarî û beşên malên Êzdiyan kir. Paşê serdana goristana Êzidiyan a li bajêr kir û ji bo giyanê şehîdan dua kir.
Di dawiya serdanê de, serdana wênesazê Kurd Mîranî kir û rewşa tendirustiya wî pirsî û spasiya çalakiyên wî kir ku bi rêya hunerê doza rewa ya gelê Kurd nîşanî cîhana derve daye.

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Norwecê êrîşa terorîstî ya li dijî wî welatî şermezar kir 

KDC

Sîrwan Barzanî: Metirsiya terorê li ser Mexmûr û Qereçox berdewme

KDC

Yekî Bi Çek Polîsekî Fransayê Birîndar Kiriye

KDC
KDC

FREE
VIEW