UNICEF: Hejmara zarokên penaber ên li cîhanê 36 mîlyon e 

Li gorî rapora UNÎCEF’ê, di sala 2021’an de li gelemperiya cîhanê zêdeyî 36,5 mîlyon zarokên penaber hatine qeydkirin û ji şer û pevçûnan reviyane û ji van 8,22 mîlyon zarok ji ber şer û şîdetê reviyane 

Rêxistina zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF a li New Yorkê diyar kir ku di sala 2021’an de hejmara zarokên ji şîdet û krîzan direvin gihaştiye asteke bilind a ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê û vir ve nayê dîtin 

Di rapora dawî ya rêxistinê de tê gotin ku di sala 2021’an de 36,5 zarok neçar mane dev ji cih û warên xwe berdin û ji ber pevçûnên dijwar 22,8 mîlyon zarok ji cih û warên xwe bûne, ji sedî 2,2 ji sala 2020’an zêdetir e 

Di rapora UNICEF’ê de tê gotin ku Afganîstan û Yemen piraniya penaberên zarok ku ji ber şer û pevçûnan koçber bûne pêk tînin û her wiha di sala 2021’an de 7,8 milyon zarok ji ber karesatên xwezayî li pey xwe hiştine

Li gorî rapora UNICEF’ê, sêyem ji zarokên panabar ên li ser hesabê çolê yê Afrîkayê ji sedî 36 e û çaryeka wan 2,6 mîlyon zarokên penaber ên li Ewropa û Asya Navîn dijîn, her wiha li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê 1,4 mîlyon e 

Rêxistinê her wiha got ku ji sêyan du zarokên penaber li dibistanên seretayî tên qeydkirin û ji sêyan yekê wan ciwan in, tenê fêrî nivîsandin û xwendinê dibin 

Di dawiya raporê de bang li welatan hate kirin ku mafên zarokên penaber ên li cîhanê biparêzin û di dawiya sala 2021’an de ev raport bi milyonan zarokên Ukraynî ku ji ber êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di Sibata 2022’an de koçber bûne û nêzî sê milyon zarokên di hundir de koçber bûne nagire nava xwe .

Soran Hesen

KDC

FREE
VIEW