Serperêştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî serdana Parlamentoya Awusturya û avahiya Şaredariya Viyanayê kir.

Serperêştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî birêz Şîfa Barzanî, serdana Parlamentoya Awusturya û avahiya Şaredariya Viyanayê kir.

Roja dûşem 13.11.2023´an de birêz Şefa Barzanî Serpereştyarê Giştî yê Ravenda Kurdistanî di baregeha Barzanî û şanda pê re serdana Parlamentoya Awusturya û Serokê Şaredariya Viyenê kir.

Serperêştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî û heyeta pê re li Parlamentoya Awûstûrya yê ji aliyê Parlamentera Petra Bayer ku di heman demê de berdevka siyaseta derve ya Partiya Sosyal Demokrat û desthilatdar a Awûstûrya´yê ye,pêşîwazî hate kirin. Di civîneke dostane de, girîngiya avakirina konfederasyoneke xurt ji bo Kurdên li dîasporayê hate axaftin.

Serperêştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, ji beşdaran re behsa bername û armancên Konfederasyona Revenda Kurdistanî kir û got: “Armanca me ew e ku em kurdên dîasporayê bikin yek û girîngiyê bidin ziman û çanda kurdî. Em piştgiriyê didin ciwanên dîasporayê ku xwe di qadên akademîk, siyasî û civakî de pêş bikevin û cîhê xwe bigrin.”

Her di heman rojê de Serperêştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî û şanda pê re serdana Ofîsa şaredariya Viyenê kir û di hevdîtinekê de li gel birêz Nina Îbrahîm endama perlemanê Viyenê û birêz Çeper Hajo behsa çalakiyên diyaspora ya Kurdistanî û armancên wê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku şaredariyê amadebûna xwe nîşan da ku deriyên avahiya şaredariya xwe ji bo Konfederasyona Revenda Kurdistanî re vekin da ku li wir çalakiyan li dar bixin.

___

Navenda Revenda Kurdistanî Bi Komeleya Kobaniyê Re Civiya 

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Yûnanistanê xwe amade dike ku cenazeyên du ciwanên Kurd vegerîne 

KDC

Trends that will affect local and global property investments

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW