WA TU HATÎ

Wa tu hatî min dizanî tê werê
Nazik û şêrîn û şox û esmerê
Biskên reş cotê rihana li hewê
Herdû ebrû mîna şilfa xencerê
Hatina te li min ronî kirî jîn
Wekû roja kû ji paş hewran derê
Şewq û tava herdû dêmên gulgulî
Wek niyonê daye birc û kêlerê
Xweş silav da ez li ber rawestiyam
Bûm mirîd û sofiyê pêxemberê
Çûm tewafê rengê dînê
Bê mejî
Ez ji xwarê hilkişîm ser kemberê
Wê bi singê ji xwe re himbêz kirim
Nû kişand min bîna misk û enberê
Şerbeta lêvên te gorî wê bibin
Zemzem û ava jiyan û kewserê
Xan û eywan te li min tev kir buhar
Bû buhişta çem di bin wê re herê
Çil perî navim bi tenha tu besî
Tev bi qurbana te bin ey serwerê
Wey ji bo REBÊ cîhanê sed supas
Lê mixabin xortanî venagerê

Dildarê Mîdî

___

Ez Kurdaxim 

KDC

Serok Barzanî û şoreşa serxwebonê

KDC

Salvegera Enfalê

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW