Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê li Gelê Kurdistanê Pîroz be.

Li Başûrê Kurdistanê di roja 20´ê meha cotmehê hilbijartina Parlamentoyê pêk hat.Hilbijartin di rewşek wisa de pêk hat ku Rojhilata navîn di nav rewşek şer û aloziyek de ye, şerê Îsral -Hamas- Hizbullah-Îran, rewşa qeyrana siyasî û aborî ya welatên cîranê Kurdistanê ku tê de dijîn! Herêma Kurdistanê karîbû di nav aramî û seqemgirîyek mezin de û bi ewayek demokratîk hilbijartina Parlameto ya Kurdistanê bi serketî pêk bîne.
Ev yeka bo gelê kurd û herêma Kurdistana Başûr serketinek mezine û ev bohemû Kurdan cîhê şanazî û serbilindiyê ye.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî, hemû partiyên ku beşdarî li hilbijartinê kirine, pîroz dikin. Em pîrozbayî li polîs û hêzên asayişê û bi giştî li gelên herema Kurdistanê dikin ku bûn egera wê yekê ku hilbijartinek demokratîk û serketî pêk hat.
Gel bi hestiyariyek mezin beşdarî li hilbijartinê kir û çûn ser sandoqan û dengên xwe dan. Di vê hilbijartinê de tu windaker ne bûn, hemû hêzên siyasî û gelê Kurdistanê bi ser ket.
Hêvî û daxwaza me ewe ku Başûrê Kurdistanê dest bi pêvajoyek nû bike, pirsgirêkên nav xwe bi rîya diyalogê çareser bike, li ser bingehên berjevendiya netewî û niştîmanî parlamentoyek xurt pêk bîne, di hemû qadê jiyanê de bo demokrasî û pêşxistana Herêma Kurdistanê xizmetên hêja bike û li hember hemû erîşeyên der, yek deng bin!
Her tişt bo Kurdistanek Azad û demokratîk!
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
22.10.2024

___

Konfederasyon û Navenda Rewanda Kurdistanî bi boneya roja şehîda Keldaniyan Şerîa Aşûrî peyamek weşand

KDC

Awusturya: Rewanda Kurdistanî Newroz û Sersala Kurdî pîroz kirin

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi Boneya Karesata Enfalê Peyamek Belav kir.

nusar1
KDC

FREE
VIEW