Jiyan bi kurdî xweşe!

 Kovan Amedî

Roja 21 ê Şibatê, Roja zimanê dayikê ya navneteweyî ye. Rojaziman di 17.11 1999 de ji hêla UNESCO hat pejrandin û îlan kirin. gûman îlan kirin û pejrandina  rojê sebaret bo zimanê  dayikê girînge, ji bo me Kurdan girîngîya hin zêdetir bi bandore.

 

Wek em hemû dizanin, ji roja damezrandina Komara Tirkîyêheta îro, ev bu 100 sale li welatê me li Bakurê Kurdistanê, gelek  nirxên meyên neteweyî hatin qedexekirin. Di serî de zimanê Kurdî hat qedexekirin. Li Kurdistanê ji ber bi karanînazimanê kurdî, di warê axaftin, nivisandin, xwendin û çapkirina bi zimanê kurdî, bi hezaran kes hatin darizandin, cezayên giran girtin, hepis û zindan de razan. Wisa ku bi kurdîfîkandin hat qedexekirin. Piştî şoreşa Sêx Seîd, bi kurdîaxaftin, ji bo her gotinek kurdî 25 kuruş ceza dikirin.

Ji ber ku dijmin baş dizane dema zimanê milletekî wereqedexekirin, û ziman were ji bîr kirin, êdî  ew millet namîne. Çi heyf û bi daxekî mezin, dema meya îro de, li Bakurê welatême de gelê me li hember xeterîyekî bi ewayî ye.

xweşbînim ku li Bakurê Kurdistanê bo parastin û şvebirina zimanê kurdî û her wisa bo bidestxistina mafêyasayî ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û zimanê fermîli Bakurê kurdistanê gelek sazî hatine avakirin û xebatekgranbuha birêve dibin.

 

 

Gelek grînge ku di hemû warê jîyanêde, di bazarên kirîn û frotinê de, di komeleyan de, di qehwexaneyan de, di rêwîtiyabi otobus û taksiyan de, di cîhên kar de, di mal de û bi taybetî bi zarokên xwe re ziman kurdî bi karbînin.

Zimanê dayikê mafekî xwezayî ya mirovîye, li gor peyman û zagonên nav neteweyî nedin  zimanê  milleteki ku wereûndakirin, her weha zextê deynin ser dewleta tirk ku, li ber zimanê kurdî veke.

Zimanê kurdî; sîyaseta me, bîr û bawerîya me, ol û mezhebême, cinsîyeta me, çi dibin bila bibin, zimanê me mehemûyan e, ji bo ve yekê divê em hemû bihevre li zimanêxwe xwedî derkevin.

Gelek grîng e ku li diyasporayê komele, federasyon û hemûrêxistinên me yên sivîl, zimanê kurdî û çalakiyên kulturî jixwe re bikin armanc, ji bo fêrkirinê kursên zimanê kurdî pêkbînin.

Di sala 1993´an de li Rojavayê Kurdistanê li Qamişloyê, ez bi çend hevalên xwe re bûm mêvanê nivîskar û şaîrê kur SeydayêKeleş, min dît ku komek zarokên keç ji odeyek derketin ku jibo fêrbûna zimanê kurdî ders didîtin, min ji merqa xwe jimamoste pirsî ku çima şagirtên hemû keçin? Bersîvamamoste ew ku Keç dibin dayik, mamosteyên herî mezin zimanê dayikê, Dê ye. Meriv ji lorîkên dayika xwe bi zimanêxwe dihese û fêr dibe.

Wek Nivîskar û rewşenbîrê kurd Apê Musa, di dozgehaTirkiyê de ji Dadmend re gotibû;       Zimanê me hemêzadayika me ye, em ti carî hemêza dayika xwe bernadin.”

Jiyan bi kurdî xweşe!

___

Bêdengîyek metirsîdar!

KDC

Leşkerê Roj Sembola Berxwdanê

KDC

Herêma Kurdistanê ne qada şer û tolhildanê ye..?

KDC
KDC

FREE
VIEW