Grûbeke Nijadperestên Tirkan Gefa Şewitandina Kurdan Dixwine

Grûbeke nijadperest a Tirk li Antalyayê bendên kontrolê datînine û piştî lêxistina welatiyên Kurd gefa şewitandinê jî li wan dixwe.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li navçeya Kepez a Antalyayê, komeke nijadperest a Tirk li rê û li kolanan bendên kontrolê danîne û asnameyan ji mirovan dixwazin, li welatiyên Kurd digerin.

Roja duşemê hevwelatiyekî Kurd ê bi navê Erhan Sevîm yê 45 salî ji aliyan wan ve hate girtin û piştî lêdan û bêrêziyeke mezin ji wî re gotine ku hûn Kurd pîs in û divê li vir nemînin, em dê we hemûyan bişewitînin.

Hêjayî gotinê ye ku di tîrmeha îsal de malbateke Kurd li navçeya Meram a Konyayê rastî êrîşê hat û di encamê de 7 endamên malbatê jiyana xwe ji dest dan.

___

KEÇA KURD IM

KDC

Şaredariya Gothenburg Wê Sê Dibistanên Îslamî Ji Avahiyên Xwe Derxîne

KDC

Navenda Rewandî ya Kurdistanê pîrozbayî li Xanim Bêrîvanê kir 

KDC
KDC

FREE
VIEW