Rûsya: Em Afganistanê Baş Nas Dikin, Ew Nikarin Li Gorî Qanûnên Rojava Bijîn

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje ew Afganistanê baş nas dikin û Rojava nekariye nêrîneke demokratîk li ser wan ferz bike ku ew dixwazin fişarê li ser gelê wî welatî bikin da ku li gor qanûnên Rojavayî bijîn.

Îro roja sêşemê wezîrê derveyê Rûsyayê Sergey Lavrov di dema pêşkêşkirina axavtina li zankoya Federal a Kolîngrad de di bareya Afganistanê de da xûyakirin ku Rojava nerîneka demokratîk di bareya hizra gelê Afganistanê de durist nekir û niha şaşîya wan a herî mezin ew e ku piştî desthilatdarî ji alîyê Taliban ve were wergirtin wê zextê li gelên vî welatî bikin ku li gorî hiqûqa Rojava bijîn.

Her wisa behsa wê yekê jî kir, ku ew Afganistanê baş nas dikin û destnîşankirina hukûmetê bo welat bi ser nakeve û Amerîka jî hukûmet sepandiye da ku demokrasîyê dirûst bike û ev jî hewlek bo têkdana wê bû.

Wî tekez kir ku tiştekî ehmeqî ye, eger nîşan bide ku hûn dikarin fişarê li ser xelkê Afganistanê bikin da ku li gor qanûnên Rojavayî bijîn, ev yek ji bilî hewildana sepandina hin nirxan li ser welatên din bêyî kevneşopî û mercên wan welatan e û ev şaşiyeke mezin e.

Wezîrê derveyê Rûsyayê rewşa niha ya Afganistanê wek metirsî da nîşandan ku hemû ji aliyê Tevgera Talibanê ve hatiye bi dest xistin û Amerîka û welatên rojava jî hewl didin ku bi lez ji welat vekêşin.

___

Navenda Revenda Kurd Xizmeteke Din Pêşkêş Kir

KDC

Derhêner Nesrîn Abdîn Pîrozbahî Li Navenda Revenda Kurd Kir

KDC

Porê Xwe Wisa Ji Weşandinê Rizgar Bike

KDC
KDC

FREE
VIEW