Yewnanistan 13 Welatiyên Ewropayê Dersînor Kiriye

Piştî ku 13 kesan li Yewnanîstanê bi cil û bergên Talîbanê wêneyên xwe belav kirin, polîsan ew girtin dersînor kirin.

Berî du rojan wêneyên hin kesên ku cilûbergên Talîban li xwe kiribûn li herêma Kelemata ya Yûnanistanê li tora civakî belav kiribûn. Ji ber vê yekê yekser ji aliyê Yewnanistanê ve hatine girtin. Pişt re ji ber welatîbûna Fransa û Elmanyayê serbest hatin berdan lê ji ber tirsa welatiyên Yewnan, polîsên li herêmê careke din ew girtin û lêpirsîn li hemûyan kirin.

Li gor zanyarîyan Ewropiyên ku cilûbergên Talîbanê li xwe kiribûn Cezayîrî bûn û ji polîsan re gotine ku ew ji Îtaliyayê hatine û musilman in, ji ber wê rojê dikarin 30 kîlometran li devera ku lê dimînin bimeşin û armanca wan ew e ku bigihînin Atînayê û bi vê awayê xwe ji gunehan paqij bikin. Lê Yewnanîstanê ew hemû dersînorî welatên wan kir.

___

Li Ser Koçberan, Iraqê Daxwaznameyek Ji Heyva Sor a Polonyayê Re Şandiye

KDC

Almanya Ji Bo Belarûsê Li Cezayeke Nû Digere

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Civîna Yekem Lidarxist Û Komîteya Rêveberiyê Hilbijart

KDC
KDC

FREE
VIEW