Li ser sînorê Baneyê di navbera hêzeke Kurd û artêşa Îranê de şer derketiye û leşkerekî payebilind ê Îranê hatiye kuştin.
Li gor zaniyariyan doh bi şev di navbera hêzeke Rojhilatê Kurdistanê û artêşa Îranê de li ser sînorê Baneyê şer derketiye û di encamê de serkirdeyekî Îranî yê bi navê Reşîd Spehwend ê ji Xûremawa ya ser bi Loristanê ve hatiye kuştin.
Li gorî agahiyan, destê wî di kuştina kolberan û di êşkencekirin û birîndarkirina mirovan de heye.