Siûdiyê û Yekîtiya Ewropayê Peymanek Îmze Kirine

Nûnerê bilind ê Yekîtiya Ewropayê yê ji bo polîtîkayên derve û karên ewlekariyê diyar dike ku wan bi Erebîstana Siûdî re peymaneke hevkariyê îmze kirine.

Josep Borel nûnerê bilind ê Yekîtiya Ewropayê bo karûbarên derve û karûbarên ewlekarîyê li ser Twitterê nivîsandiye ku li Riyad a paytexta Erebistana Siûdî bi Wezîrê Derve Feysel Bin Ferhan re ji bo baştirkirina peywendiyên siyasî, aborî, civakî û ewlekariyê peymaneke hevkarîyê îmza kirine.

Her wiha teqez kir ku li gel Siûdiyê yekem diyaloga xwe ya mafên mirovan destpê kirine û vê hefteyê jî wê dînamîzma hevbeş ya erênî derkeve holê.

___

Hikûmeta Nû Ya Afganistanê Wê Bê Ragihandin

KDC

Li Reqayê Êrîş Li Hêzên Îranê Hatiye Kirin

KDC

Fransayê Bi dehan Koçber Rizgar Kirine

KDC
KDC

FREE
VIEW