Fransayê Bi dehan Koçber Rizgar Kirine

Asayîşa Herêmî ya Fransayê diyar kir ku di nava du rojên dawî de 213 penaber jî ji deryaya Almanyayê hatine rizgarkirin ku bi keştiyên biçûk hewl dane xwe bigihînin Brîtanyayê.

Rêveberiya asayişa devera Almansh û deryaya Bakûr di beyannameyekê de ragihandiye ku çend belem di rewşeke dijwar dane û wan dest bi rizgarkirina wan rêwiyan kirine.

Her wiha aşkere kir ku Hêzên Deryayî ya Neteweyî di çar operasyonên rizgarkirinê de 82 penaber rizgar kirie, heman şaxê Donrik ê Rêxistina Rizgariya Deryayî ya Neteweyî, di du operasyonên rizgarkirinê de 76 koçberên din hatine rizgarkirin. Ji aliyekî din ve şaxa Polon-sur-mer 40 koçber rizgar kirin ku her li herêmê 15 koçber ji aliyê keştiyeke niştimanîya Fransayê ve hatine rizgarkirin.

Polîsên Fransayê qala rewşa tenduristiya wan penaberan jî kir û got piştî rizgarbûna wan ji alîyê tîmên ewledariyê pişkînin li ser rewşa wan hatiye kirin û niha baş in.

Li gorî rayedarên Fransayê di 8ê Çileya îsal de 15 hezar û 400 rêwiyan xwestine derbasî Brîtanyayê bibin û ji ber dijwariya rê, ji aliyê tîmên hawarçûnê ve hatine rizgarkirin.

___

Hejmarek kes li ser keysa kuştina malbata Qoniyayê hatin girtin

KDC

Navenda Revenda Kurd Li Holendayê Çaremîn Salvegera Referandûmê Pîroz Kir

KDC

Elmanya Bi Îmzeyan Genosida Êzidiyan Wê Bide Qebûlkirin

KDC
KDC

FREE
VIEW