Îsraîl û Rûsya Ji Bo Derxistina Îranê Ji Sûriyeyê Wek Hev Difikirine

Wezîrê Avedaniyê ya Îsraîlê Zev Elkîn ku di hevdîtina beriya 10 rojan a li Soçiyê ya navbera Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî de wergêrî kiribû aşkere kir ku di navbera wan de têgihiştinek heye ku li ser derxistina Îranê ji Sûriyeyê bixebitin.

Rojnameya Orşelîm ê bi navê Gerozelim Post ku bi Îngilîzî li Îsraîlê tê weşandin, handerê ji bo nêzîkbûna Rûsya û Îsraîlê ya dawî ye, ku di 22ê Adarê de hat sazkirin, diyar kir ku her du alî xwedî armanceke hevpar in ji bo derxistina Îranê û ajanê wê Hîzbûllah a Lubnanê ji Sûriyeyê.

Îsraîlê ji destpêka salê ve 23 caran xaka Sûriyê kir hedef û li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê 65 hedef hatin rûxandin û 120 kes hatin kuştin.

Ajansa Sana ya Sûrî êrîşa herî dawî piştrast kir ku tenê ji aliyê maddî ve ziyan çê bûye.

Navendê doh aşkere kir ku, “Li herêma ku aîdî milîsên Îranê ye, navenda baregeha firqeya çaran e û çeperên milîsan e, bêyî ku agahiyek li ser zerarê bê eşkerekirin, diyar e çek û teqemeniyên giran jî hene.”

Navendê ragihand ku 5 çekdarên Îranê roja Şemiyê bi muşekên Îsraîlê hatine kuştin.

___

stixbarata Îranê çalakvana Kurd Soreya desteser kir

KDC

 Navenda Rewanda Kurdistanî-Australya serdana nunerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir 

KDC

Almanyayê, Weşana Kanala RT Ya Rûsî Sekinandiye

KDC
KDC

FREE
VIEW