Li Şûna Bi Tenê, Werin Em Bi Hev Re Bixebitin

Aştî Germiyanî – Hewlêr

Li şûna bi tenê, werin em bi hev re bixebitin ji bo ku em bigihîjin xeyala xwe ya mezin. Ji mêj ve xewnên cuda û rengîn ji bo komkirina revenda Kurdistanî di bin konfederasyonekê de û komkirina gotin û peyamên miletê Kurd li derveyî Kurdistanê hebûn. Wek revendên welatên din yên derveyî welatê xwe gelek sedem hebûn ku di her rêxistinên cuda yên Kurdî de kar dikirin û piştgîriya doza gelê Kurd dikirin û bi hemû êş û azarên wî miletî xwedî helwesteke welatparêzî bûn. Ji bo piştgiriya wan her tim bi çalakiyên çandî, siyasî, neteweyî, civakî, hunerî ev nasnameya neteweyî nîşanî welatên cîhanî dan. Pêdiviyeke girîng bû di demên berê de hemû koçberên Kurd an jî hemû rêxistin û federasyon bêne civandin lê ji ber bîr û nerînên cudayên siyasî, gelê Kurd her dem xwe ji vê guftûgoyên dijwar dûr xistiye û ew têrê nedikir ku nûnerekî taybet li her çar parçeyên Kurdistanê hebe da ku ew bîr û nerînên xwe ragihînin û di bin sîwanekê de kom bibin. Yên ku di demên berê de hatine kirin bi serpereştiya Serok Barzanî ne, bi hêz û bi bandor e. Piştî gelek hewildanan karibû komekê erkdar bike da ku ber bi komkirina revenda Kurd li derveyî welat ve gav bavêje.
Piştgîrîkirina kongreya damezrandinê hengaveke destpêkî ye ji bo berfirehkirina Konfederasyona Revenda Kurdistanî û dergeh vekirîne bo karkirinê, ji destpêkê ve gelek kesan amadehiya xwe ji bo karkirina di nav konfederasyonê de nîşan dan û planên wan hebûn lê pişt re sê gav paşve çûn û tenê axivîn. Ev du sal in hevalên li navendê di nava peywendî û çalakiyekê de ne û ji bo serkeftina kongreyê bi şev û roj xebitîn. Niha nerîneke geş ji pêşerojê re heye, ji ber vê yekê divê em niha û di pêşerojê de beşeke Konfederasyona Revenda Kurdistanî bin.

___

Navenda Rawand a Kurd li derve

KDC

Sed û sê sal û peymana ( Sîver )

KDC

Referandûma Herêma Kurdistanê û xewna dewleteke kurdî ya serbixwe

nusar1
KDC

FREE
VIEW