Yekitiya Ewropayê: Roja Duşemê Gotûbêjên Bernameya Atomiya Îranê Dest Pê Dikin

Roja Pêncşemê Yekitiya Ewropayê ragihand ku dê roja Duşemê xûla heştema guftûgoyên di derbareya peymana atomiya Îranê ya sala 2015 de dest pê bikin.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê belav kiriye ku dê roja duşema 27.12.2021an Komîteya Hevbeş kom bibe û planeke hevbeş a berfireh pêk bîne. Nûnerên Fransa, Brîtanya, Çîn, Rûsya, Almanya û Îranê jî amade bin.
Tê payîn ku beşdarvan li ser îhtîmala vegera Amerîkayê ya ji bo hevpeymana atomî ya Îranê nîqaş bikin û çawa hemû aliyan di pêkanîna hemû peymanan de mîsoger bikin.
Li ser vê mijarê berpirsa bilinda Yekitiya Ewropayê Enrîkî Mora di civînan de got: Pêwîst e em lezê bikin ji bo çareserkirina kêşeyên hikûmî û gavekê ber bi pêş ve biçin. Her wiha nûnerê Rûsî jî li ser mijarê ragihand: Xebat û berdewamkirina gotûbêjan ji bo betlaneya sersalê nîşana wê yekê ye ku tu alî naxwaze demê xerc bike.
Hêjayê gotinê ye ku John Biden Serokê Amerîkayê berî niha ragihandibû û gotibû, Amerîka amade ye sizayên ser Îranê rake lê divê Îran pabendî peymana atomî be lê Îran dixwaze piştrast be ku hêngava yekem ji aliyê Amerîka ve be.

___

Şîfa Barzanî: Divê em piştgiriya doza rewa ya Kurd bikin û lobîyeke bihêz û bi bandor ava bikin

KDC

Tahir Hewramî pêşwazîya mamostayên dersdara kurdî ya onlayn bo zarokên sirgûnkirî kir 

KDC

Navenda Swêdê salvegera referandûmê pîroz kir

nusar1
KDC

FREE
VIEW