Konfederasyona Revenda Kurdistanî Li Ser Biryara Dadgeha Bilind Peyamek Weşand 

Li ser biryara Dadgeha Bilind a Federal ya pirsgirêka petrola Herêma Kurdistanê de Konfederasyona Revenda Kurdistanî peyamek pêşkeşî raya giştî û rêxistinên demokratîk kir. Di daxuyaniyê hate ragihandin ku biryara ji nişka ve ya dadgehê biryareka nedestûrî û destekî ji derve tê de hene û got her aloziyeke li ser vê pirsgirêkê wê hemû deverê bigire nav xwe.

Peyam:

Ji bo raya giştî ya cîhanê û rêxistinên demokratîk

Dadgeha Bilind a Federala Iraqê di biryarekê de ragihandiye ku hinardina petrola Herêma Kurdistanê nedestûrî ye û tenê mafê Hikûmeta Bexdayê heye ku petrola li Herêma Kurdistanê kontrol bike. Ev biryar bi temamî siyasî ye û rejîmên berê bi dehan salan li Iraqê ev siyaset bi kar anîn.

Ev biryar dê bibe sedema nearamiya li herêmê û gef e, biryareke siyasî ya berovajî destûra Iraqa Federal e. Divê hemû nakokî li gorî destûra federal a Iraqê bi rêya diyaloga di navbera Hikûmeta Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bêne çareserkirin û hukmê yekalî li dijî berjewendiyên gelê Iraqê ye û ev siyaset bi giştî di bin bandora derve de ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê demeke dirêj e petrola xwe difiroşe bazara cîhanê û dahata xwe ji bo pêşxistina jêrxana aborî, mûçe û pêdiviyên darayî, xizmetguzarî û hwd. bikartîne.

Biryar “neheq û nedestûrî ye” û tenê diyalog dikare vê pirsgirêkê çareser bike.

Li gorî peymana ku Hikûmeta Herêmê bi Hikûmeta Navendî re îmze kiriye, niha rojane 250 hezar bermîl petrol ji budçeya herêmê radestî hikûmeta Bexdayê tê kirin.

Bi vê biryarê, aramî ne tenê li Iraq û Kurdistanê li seranserî herêmê di bin metirsiyê de ye. Ji ber vê yekê wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî em biryara siyasî ya dadgeha federal a Iraqê şermezar dikin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Jan Dost Li Kurdistanê Xelat Wergirt

KDC

EFRÎNA RENGÎN…!! 

KDC

Serokê DYAyê Joe Bîden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna NATOyê ya li Brukselê de li hev civiyan.

KDC
KDC

FREE
VIEW