Mesûd Nasirî ji bo rojnameyeka Norwecî got: Fînland û Swêd bi evî awayî xwe bi ser Erdogan de bisepînin û dê daxwazên bêtir li dijî kurdan hebin 

Di bareya rêkevtina Turkiye de ya bi Swêd û Finlanda re ya ji bo ku bibe endamên NATO û radestkirina çend kurdan ji alîyê herdu welatan ve, nearamî û hêrsa navbera kurdên Norwej çê bûye û got ku kurd rastî xiyanet û xayintîyê hatine 

Swêd û Fînlanda, ji bo tevlî NATO’yê bibin, ji ber daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo radestkirina Kurdên ku tê îdîakirin ‘pêwendiya wan bi terorê re heye’ nerehet û bi hêrs in. 

Li ser vê mijarê weke rojnameya Dags Awesson me têkilî bi Mesûd Nasirî berdevkê navenda Rewanda Kurdistanî-Norwecê re kir da ku dîtinên xwe bibînin û gelek ji dîasporayên Kurd ên li welat 

Ji Navenda Rewanda Kurdistanî-Norwêcê Mesûd Nasirî got, “Tirs hene ku peymana bi Swêd û Fînlandiyayê re zerar û xeteriyê bide Kurdan 

Mesûd Nasirî tekezî li ser ewê çendê dike ku beşeke mezin ji civaka Kurdistanê ya Norwejê piştîvanîya endamîtîya Swêd û Finlanda di NATO de dike  Piştî êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê, eşkere dibe ku Swêd û Fînlanda endametiya NATO’yê dixwazin, ku pêwendiya xwe bi ewlekariya wan heye. Lê belê divê endametiya wan a nava NATO’yê ne li ser hesabê mafên Kurdan be 

Nasirî dibêje dema ku ew bi vî awayî serî li daxwazên Erdogan bidin ew ê tije bibin û daxwazên xwe yên li dijî Kurdan zêdetir bikin Dijminên Kurdan ên din jî wê xwedî daxwazên bi vî rengî bin, ev yek jî xema Kurdan e. Dijmin dixwazin Kurd teslîm bibin, lê kurd xwedî maf in û teslîm nabin 

Nasirî dibêje ev plan û ev kiryarên li dijî Kurdan binpêkirina mafên mirovan e Di heman demê de, ew tekez îsrar dike ku Navenda Rewanda Kurdistanî rêxistineke serbixwe ye ku ti eleqeya wê bi PKKê re tune ye.

KDC

FREE
VIEW