Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Bo Salvegera Helebceyê Agahdariyek Belav Kir 

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya salvegera kîmyabarana Helebceyê agahdariyek ji nivîskar, dîroknas û rojnamevanan re şand ku malpera fermî ya Navenda Revenda Kurdistanî wê di 15 û 16 vê mehê de taybet be ji bo karesata mezin a ku ji aliyê rejîma faşîst a Baasê ve li ser Helebceyê hate kirin û tê de 5 hezar Kurd şehîd bûn.

Agahdarî:

Her sal 16ê meha Adarê salvegera kîmyabarana Helebceyê ye û îsal 34 sal bi ser kîmyabaran û salvegera bîranîna şehîdkirina xelkê Helebceyê re derbas dibe ku ji aliyê rejîma faşîst a Be’sa ve û li ber çavên cîhanê hate kirin. Di encamê de 5000 kesên ciwan û kal û pîr û zarok şehîd bûn. Em gelê Kurd bi salan e diqîrin da ku karesata hovaneya rejîma Be’sa wek genosîd bidine naskirin.
Bi minasebeta salvegera karesatê, em ê malpera fermî ya Navenda Revenda Kurdistanî di rojên 15 û 16 ê vê mehê de ji bo bîranînê taybet bikin, ji ber vê yekê em ji nivîskar, dîroknas û rojnamevanan dixwazin ku nivîs û xebatên xwe bi rêya e-maila li xwarê ji me re bişînin. Hûn dikarin nivîs û xebatên xwe yên bi Kurdî(hemû zarave), Erebî û yên bi zimanên din jî ji me re bişînin. Em ê bi rêzdarî û girîngiyeke mezin wan biweşînin.

email:
info@kurdishdc.org
relations@kurdishdc.org

___

Swîsre: Navenda Rewanda Kurdistanî li hev civiyan û civîneke taybet li dar xistin 

KDC

Nêzî 11 hezar malbat li bendê ne ku endamên malbatên wan bigihên Elmanyayê û ji nû ve bibin yek.

KDC

Saman Sîweylî: Cara Yekemîn E Wê Ji Bo Kurdên Li Derve Projeya Fêrkirina Zimanê Kurdî Ji Aliyê Wezareta Perwerdehiyê Ve Bê Dayîn

KDC
KDC

FREE
VIEW