Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî Li Ser Peymana Cezayîrê 


 
Navenda Revenda Kurdistanî bi minasebeta salvegera Peymana Cezayîrê ya li dijî Kurdan û şoreşa mezin ya Îlonê peyamek weşand û diyar kir ku ji ber berbelavbûna hêza şoreşa Îlonê li piraniya deverên Kurdistanê, rejîma wê demê ya Iraqê li Cezayîrê bi Şahê Îranê re li hev kiribû ku piştgîriya Şoreşa Kurdan neke û di berdêla wê de hin deverên kendava Erebî bide Îranê. Di heman demê de balkişandiye ser wê yekê ku her çend Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriye li dijî hev jî bin, her tim li ser dijminahiya gelê Kurd li hev kirine.

Peyam:
 
Peymana Cezayîrê ya di navbera Iraqê û Îranê de, di 6 ê adara sala 1975an de li Cezayîrê hate îmzekirin û tê de Seddam Huseyn cîgirê serokêwezîrê Iraqê yê wê demê, Mihemed Riza yê şahê Îranê û serokê wê demê yê Cezayirê amade bûbûn. Li gorî peymanê divê Îran piştgiriya Kurdên Başûrê Kurdistanê neke, ji ber ku Şoreşa Mezin a Îlonê gelek bihêz bû li Herêma Kurdistanê. Li hember vê jî Iraqê çend deverên Kendava Erebî da Îranê û piştî îmzakirina peymanê Şoreşa Kurdan li başûrê Kurdistanê rastî şikestinekê hat.
Ji ber rêkeftina dagirkerên Kurdistanê şoreşa di wê qonaxê de bi dawî hat û rejîma Beas hêza xwe ya leşkerî li ser Başûrê Kurdistanê ferz kir, bi hezaran Kurdistanî neçar man ku berê xwe bidin parçeyên din û gelek qurbanî dan.
Gelek bi ser de neçû di Şoreşa Gulanê de, bi têkoşîn û fedekariya Pêşmerge plana dagirkerên Kurdistanê têk çû. Paşê Iraq ji wê rêkeftinê vekişiya û şerê Iraq-Îranê yê heşt salan destpê kir. Di wê qonaxê de heta Raperîna sala 1991an, rejîma Beasê gelek tawanên dijî mirovatiyê encam dan, wek komkujî, Enfal, çekên kîmyewî, dersînorkirina bi darê zorê, wêrankirina gund û bajarên Kurdan û gelek tawanên din.

Her wiha bi sed hezaran Kurd hatine girtin û di bin îşkenceyên li girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan.
 
Niha 47 sal di ser Peymana Cezayîrê re derbas bûye. Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê li dijî Kurdan gelek peyman çêkirin. Peymana herî nû jî êrîşkirina referandûma 2017an a Herêma Kurdistanê bi hevkariya Hikûmeta Iraqê bû. Ferzkirina dorpêça li ser herêmê tê wê wateyê ku Kurd her tim wê tûşî êrîşên dijminên xwe bin û ew welat ti carî nabin dost û wê her berdewam bin ji bo ku Kurdan têkbişkînin.
 
Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Agahdarî

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Viyanayê û Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê li Awûstûryayê li hev civiyan 

KDC

Kesekî kurd xwe kandîdî perlementoya welatê siwêdê dike

KDC
KDC

FREE
VIEW