Navenda Revenda Kurdistanî Li Swîsreyê Êrîşa Dijî Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Li Bernê Şermezar Kir

Navenda Revenda Kurdistanî Li Swîsreyê bi daxuyaniyekê reftarên kesên ku êrîşa li ser nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bern a Swîsreyê şermezar kir û got ku kiryara wan a kirêt tenê xizmeta dijminên Kurdistanê dike. Teqez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê sembola fedekariya Pêşmerge ye, hêsirên malbatên şehîdan, Enfal û jenosîdên li Kurdistanê ye.

Daxuyanî :

Navenda Revenda Kurdistanî Li Swîsreyê êrîşa li dijî nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bernê şermezar kir ku ji her kiryarekî din zêdetir xizmeta neyar û neyarên Kurdistanê dike ku ji aliyê komek alîgirên PKKê hat kirin.

Navenda Revenda Kurdistanî Li Swîsreyê wek hêviyekê li nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dinêre ku tekane nûnerê fermîyê gelê Kurd e û sembola azadîyê û qurbanîdana Pêşmerge ye û hêsirên malbatên şehîdan û Enfalkirîyan û jenosîdên Kurdistanê ye.

Plangerên van senaryoyan tim ji dil û dijminên alê û navê Kurdistanê ne ku ew li dijî azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.

Ji ber vê jî em wek nûnerên Navenda Revenda Kurdistanî vê kirdara dijminanr a grûpeka şermezar dikin û em vê kirdara wan a çepel bi tundî riswa dikin.
Em wek erkê xwe dibînin ku piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehan bikin û em daxwaz ji grûpên wêrankar dikin ku xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin û Kurdistanê li derveyî welat kirêt nekin.

Kurdistan milkê me hemûyan e û divê em biparêzin. Qada têkoşînê fireh e û kes rê li ber kesî nagire, kes ne tirsonek û ne jî heyran e. Em hemû dizanin ku li ku têkoşîn tê dayîn.

Daxûyaniya Navenda Revenda Kurdistanî Li Swîsreyê

___

Nûnerê Navenda Rewanda Kurdistanî serdana Jûra Rewanda Kurdî li Wezareta Navxweyî kir

KDC

Hollanda: Komeleya Chapak Çalakiyeke Hunerî Li Dar Xist

nusar1

Nameya sersaxiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC
KDC

FREE
VIEW