Navenda Revenda Kurdistanê ya li Kopenhagenê wê beşdarî festîvalê bibe 

Navenda Revenda Kurdistanê ya li Kopenhagê civîna xwe ya asayî li dar xist û biryar hat girtin ku bi cil û bergên Kurdî û ala Kurdistanê beşdarî festîvalekê bibin

Di civînê de Navenda Revenda Kurdistanê ya Kopenhagê jî diyar kir ku di pêşerojê de ew ê bi siyasetmedarên Kurd ên li qada siyasî ya Danîmarkayê re têkiliyê deynin da ku komîteyek ji bo nasandina Jenosîda Enfalê û çekên kîmyewî yên li dijî gelê Kurd hatine kirin ava bikin 

Di heman demê de avakirina komeke futbolê di bin çavdêriya koma DANKURD’ê de bi serokatiya Serokê Koma Ciwanan a Navendî Mukryan Ezîz di navbera 15-25 salî de were avakirin 

Di beşeke din ya pilanên wan de têkiliyê bi grûpên Kurdî re heye, jiber ku deriyê navenda penaberên Kurdistanê ji bo tevahiya civak û kesan vekirîye ku rêz li ala Kurdistanê digirin û pabendî bernameya navendî ne 

Piştre festîvala li Danîmarkayê ku tê plankirin 18/6/2022 li Rødoverê di bin çavdêriya jineke Kurd a bakur a bi navê Xatûn Necla de bê lidarxistin, hat nîqaşkirin

Ew jî weke Navenda Revenda Kurdistanê wê beşdarîyê di evê festîvala han de bikin, ku dê gelek neteweyên cuda jî tê de beşdar bin û dê kultura xwe bi Danmark û cemawer bidin nasandin û dê navend bi cil û bergên kurdî, xurek û dansê û herweha danasîna navendê, millet û kultura kurd bike 

Hêjayî gotinê ye ku ji bo vê ahengê ew peywendî bi grûpa dansa Kurdî û mûzîka kurdî ya bakûr re dikin û di heman demê de amadekariyên xwe bo rojê dikin ku ev festîval bi organîzekirina cihê xemilandî û xemla ala Kurdistanê û anîna kel û pelên Kurdî û çê kirina xwarinên Kurdî .

___

 Tevî biryara dadgehê, Johnson qanûnîbûna Plana Rûanda diparêze.  

KDC

Li bajarê Reînê ya Elmanyayê navenda rewanda Kurdistanê hat avakirin 

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî û Rêxistina Kanga xelat dan zarokên dibistana Îbrahîm Baldar 

KDC
KDC

FREE
VIEW