Serokê Konfederasyona Rewanda Kurdistanî serdana Tevgera Goran û YNKS kir 

Serokê Konfederasyona Rewanda Kurdistanî bi armanca danasîna armanc û projeyên Konfederasyon û Navenda Rewanda kurdistanî li Sirgûnê serdana Tevgera Goran û YNKS kir 

Serokê Konfedresyona Rewanda Kurdistanî Îsmaîl Kamil di serdanên xwe yên bo partî û saziyên hikûmî yên Kurd de serdana Tevgera Guhertinê di forûma Hewlêrê de kir û ji aliyê Araz Welîd û Azad Kerîm, endamên Civata Niştîmanî ya Tevgera Guhertinê ve hat pêşwazîkirin 

Piştre serdana Polîtburoya YNKS kir û ji aliyê endamê polîtburoya YNKS Saadî Pîre ve hate pêşwazîkirin

Hêjayî gotinê ye ku di her du serdanan de serokê Konfederasyona Rewanda Kurdistanî behsa çalakiyên Konfederalî û Rewanda Kurdistanî yên li sirgûnê kir û got ku hemû jî ji bo bi xêra kurdistanê bûn û divê di heman demê de her yek ji wan be.. endamên encûmena niştimanîya guherînê û endamê polîtburoya YNKS Se’dî Pîra soz dan, ku ew dê di ayinde de hevkarîyê di her projeyekî konfederalizmê û navenda rewanda kurdistanî de bikin , Ji bo vê jî pêwîst bû ku li welatên bi Kurdistana navîn re her tim di nav têkiliyê de bin .

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Yûnanistanê xwe amade dike ku cenazeyên du ciwanên Kurd vegerîne 

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Awsturyayê ji ber serkeftina wan dê klîbeke navenda xwe xelat bikin 

KDC

Ji bo projeya destûra bingehîna herêmê komîteyek tê avakirin

KDC
KDC

FREE
VIEW