Şanda Konfedrasiyona Rewanda Kurdistanê serdana liqa 6 a Partiya Demokrata Kurdistanê li Almanya kir û ji aliyê serokê liqa û komîteya îdarî ve hat pêşwazîkirin
Di roja yekşembîyê 22/12/2023 de şandeya konfederasiyona rewanda Kurdistanê bi serokatiya Îsmaîl Kamil serokê konfedrasiyonê û şandeyeka hevalên wî Hawraman Elî cîgirê serokê konfederasyonê û berpirsê ragehandinê Dr. Nûredîn berpirsê berê yê darayî û Federesyon û xanim Sazan Gurun berpirsa beşê jin û ciwanan Rehîm Reşîdî nûnerê Konfederasiyona Amerîka û Kanada serdana liqê 6emîn yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Berlîna paytexta Almanya û ji aliyê Enwer Masîfî serokê şax û desteya îdarî ya şaxê kir hatin pêşwazîkirin.
Hêjayî gotinê ye ku armanca vê serdanê gotûbêjkirina çalakî û xizmetguzariyên Kurdên sirgûnê û lobiya li ser mijarên netewî bû û tê de liqa 6 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) amadebûna xwe ji bo hevkarî kirina Konfedresyona Rewandên Kurdistanê li ser mijar û çalakiyên neteweyî yên Kurd û Kurdistanê diyar kiribû.





