Konfederasyona Revenda Kurdistanî Li Almayay li herema Navîn bi dem û dezgehên Kurdistanî û civata kurdan re , çend rêze cîvînan li dar dixe. Civîna xwe ya yekem li Bajarê Duisburgê di roja 27.04.2023´an de li dar xist.
Civîn ji aliyê Serokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil û sekreterê konfederasyonê Kovan Amedî birêve çû. Serokê KDC´ê li ser kar û xwebatên Revenda Kurdistanî agahdarî pêşkeşê civata ku beşdarî civînê bûbûn kir. Dûre jî beşdaran li ser kar û xebatên Revendê dîtin û pêşniyariyên xwe pêşkeş kirin. Beşdarên civînê ji kesayetiyên nivîskar, siyasetmedar, Dixtor û çalakvanên siyasî pêk hatibû.
Pêşniyarên gelek erênî hatin kirin û beşdaran piştgirî û destxweşîyên xwe ji bo karên Konfederasyonê pêşkeş kirin.
Di dawiyê de serokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil, ji bo pêşwaziya germ û alîkariyê, spasiya Komkar Duisborgê kir.



