Navenda Revenda Kurdistanî li Düsseldorf Kongreya Xwe Pêkanî

Bi amadebûna serok, cîgirê serok û sekreterê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kurdistanî, Navenda Revenda Kurdistanî li Düsseldorf kongreya xwe pêkanî desteya nû ya rêvebirya Navendê hilbijartin.

Bi amadebûna Serokê Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanê Îsmaîl Kamil, Cîgirê Serok Hewramanî Elî, Sekreterê Konfederasyonê û Serokê Rêxistinê Kovan Amedî, Navenda Revenda Kurdistanî li Düsseldorf ji bo hilbijartina rêvebiriyek nû civînek li darxist.
Di destpêkê de Hewramanî Elî wek cîgirê serokê Navenda li Dusseldorfê bixêrhatina mêvanan kir û piştre bernameya civînê pêşkêş kir û li ser çendîn mijarên kar û xebatên navendê, bicihanîna vê berpirsyariyê û bicihanîna erkên xwe axivî.
Serokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil, li ser kar û xebatên Konfederasyonê agahdariyek berfireh pêşkeşî endaman kir. Piştre Sekreterê Konfederasyonê Kovan Amedî, li ser hin mijarên rêxistinê axivî û deriyê nîqaşê hat vekirin û pêşniyar, şîrove û pirsên beşdaran civînê dewlemend kir.
Di dawiyê de bersiva hemû têbîniyan hat dayîn û pêvajoya hilbijartinê di atmosfereke demokratîk û azad de berdewam kir û endamên Komîteya Navendê hatin hilbijartin. Proseya hilbijartinê veşartî bû.

Endamên Komîteya Rêveber bi vî rengî hatin hilbijartin:
Serokê Navendê: Abdullah Cundî, Cîgira serok: Nesrîn Abdîn, Sekreterê navendî: Zhîno Dilêr, Cemîla Hesen, Şêrwan Ebdulla, Cemîla Hesen, Şêrwan Ebdulla, Aram Agub, Kurdistan Ali, Sweet Avan, Gulistan Huseyn, Barzo Osman, Yusra Zuber, Mistefa Silêman, Winda Şêxo, Leila Deuband, Noişa Erebî
Piştre li gor pêşniyarên ku di civînê de guftugo li ser hate kirin, plana xebatê li gor şiyan û ezmûna endamanên Komîteya Birêveberiyê, erkên belavkirinê ji bo pêkanîna xebatên paşerojê yên Navendê hate kirin.

___

Platforma Kurdên Li Hambûrgê
Newroza Hemû Kurdan Pîroz Dike

KDC

Li Almanyayê hejmara kuştiyên lehiyê zêde..!

KDC

Konfedresyona rewanda Kurdistanê wê peyamekê belav bike

KDC
KDC

FREE
VIEW