Serok Barzanî, li ser yekemîn civîna Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Lozan a Swîsreyê peyamek belav kir û ragîhand: “Cihê kêfxweşiyêk zore ye ku di tekoşîna dûr û dirêj û sedsalên di navbera hikûmetên herêmê û gelê Kurdistanê durist bûye, pirsgirêk bi tu şêweyek rengê nakokiyên netewî ne bûye.”
Peyama serok Mesud Barzanî, ji aliyê Şêwirmendê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî ve hat xwendin û tê de amaje bi wê da: “ Cihê kêfxweşiyê ye ku di têkoşîna dûrûdirêj a sed salîya, di navbera hikûmetên herêmê û gelê kurdistanê de çê bûye, bi ti ewayî pirsgirêkan rengê nakokiyên netewî negirtine û kurd hertim li nav neteweyên heremê de xwediyê dost û hevalbendê mezin bû ye.”
Deqa peyama Serok Mesûd Barzanî
Bi navê Xwedayê dilovan û dilovan,
Nûner û endamên hêja ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî,
Mêvanên birêz,
Temaşevanên giranbuha,
Pir bixêr bên.
Dixwazim spasiya amadekarên vê civîna girîng bikim, amadebûna hejmareke berçav ji kesayetî û elîtên siyasî yên Kurd û pevguhertina nêrînan li ser bûyereke dîrokî li cihekî dîrokî gaveke girîng û pêwîste, bi taybetî jî rûdawekî karîgeriyekî zor li ser çarenivîsa gelê kurd li rojhilata navîn bi cîh hiştiye. Em di wextek de li vir kombûnin ku sedsal li ser Peymana Lozanê de derbas dibe.
Bandor û encamên Peymana Lozanê li ser çarenivîsa gelê Kurdistan, bê hesab pir li karesatan e, bêparbûn, biçûkxistin û înkarin, ziyanmediya sereke yê gelê Kurd bû. Ji ber ku maf û îradeya bingehîn a gelên ku bi hezaran sal in li ser ax û erdnîgariya herêmê bi cih bûne, rêz lê nehat girtin. Peymana Lozanê her tim di bîra kurdan de tê wateya bindestî, tunekirin û destpêka serdemeke tarî.
Peymana Sewrê ku sê sal beriya Peymana Lozanê di Tebaxa 1920´an de hatibû îmzekirin, hişt ku Kurd ji mafê serxwebûnê, ku mafekî rewa û teqez yê her miletî ye, bi dest bixin. Di encamê de qedera gelê Kurd bi çarenûs, qanûn û qalibên dewletên ku di nav wan de hatibûn parvekirin ve hat girêdan.
Encam û bandorên Peymana Lozanê ji bo gelên herêmê bi taybetî ji bo gelê Kurd pêşketin, jiyana hevbeş û yekîtiyê bi xwe re neanî û bû sedema ferzkirina rastiyeke nebaş û ne xwezayî. Rastiya piştî Lozanê, rewşek jeopolîtîk a pir aloz afirand û rê li ber bê îstîqrariya demdirêj li herêmê vekir. Xêzkirina sînorên nû û parçekirina Kurdistanê usa kir ku her parçeyek Kurdistanê taybetmendîyên xwe wergirt. Lê mixabin li tu deveran mafên kurdan yên rewa nehatin naskirin û hebûna kurdan hate înkarkirin. Di encama vê siyaseta xerab a dewletên herêmê de, kurdan dest bi parastina xwe û nasnameya xwe kir û têkoşîneke demdirêj dest pê kir ku heta îro jî didome. Di vê têkoşînê de ne dewletan karîbûn gelê Kurdistanê ji nav bibin û ne jî Kurdan karîbûn dewletên ku Kurdistan di nav xwe de parçe dabeşkirine hilweşînin. Li wir zerarmediya herî zêde li gelên herêmê, li aştî û aramiyê bû. Gelek xwîn hat rijandin û gelek dem û enerjî winda bû.
Lê mixabin hemû dewletên ku Kurdistan di nav wan de hatiye parvekirin bi awayên curbecur serî li plana guhertina demografîk û siyaseta înkar, çewisandin û ji holêrakirina gelê Kurd kirin. Her wekî hate gotin gelê Kurd li hemberî vê zilmê bêdeng ne bû û li parçeyên Kurdistanê rêya şoreş, serhildan û nerizayetî li çiyayên kurdistanê girt ber xwe. Çarenivîsa wê beşê Kurdistanê jî ku bi dewleta Iraqê ve hatibû girêdan, pir li karesat û trajediyan bû. Di sedsala 20’an de jî hikûmetên Iraqê di çarçoveya polîtîkayên tinekirin, koçberkirin, Enfal, êrîşên kîmyewî û qirkirinê de planên jiholêrakirina gelê Kurd cîh bi cîh bikin.
Lê gelê Kurdistan û bizava rizgarîxwaza Kurdistanê li hember reftarên hovane yên rejîmên Îraqê, dest ji xebatê bernedan û bi mêrxasî li hember siyaseta ne mirovane û şovenîst a hikûmetên Îraqê bûye. Li gel hemû van tiştane li Iraqê de li gor welatên din, derfet ji bo lihevkirin û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd zêdetir bûye û tevgera rizgarîxwaz a kurd li wî beşê Kurdistanê zêdetir geş bûye.
Ev rastiya nebaş a sedsalê ku bûye sedema ziyan û bê îstîqrariyê, her du alî ji me re dibêje ku divê (hem dewletên heremê û hem jî aliyên Kurdistanî) bername û stratejiyên xwe binirxînin. Li şûna şer û aloziyê, li çareseriya demokratîk û aştiyane bifikirin. Li gorî vê yekê divê pirsgirêkên her parçeyekî li gorî taybetmendî û mercên xwe, di çarçoveya diyalog û rêyên aştiyane û demokratîk de bên çareserkirin.
Cihê kêfxweşiyê ye ku di têkoşîna dûrûdirêj a sed salîya, di navbera hikûmetên herêmê û gelê kurdistanê de çê bûye, bi ti ewayî pirsgirêkan rengê nakokiyên netewî negirtine û kurd hertim li nav neteweyên heremê de xwediyê dost û hevalbendê mezin bû ye. Pirsgirêka sereke ya gelê Kurdistan bi rejîman, siyaseta şaş û dîktatoriyê re bûye, ne ku bi netewe û gelên herêmê re. Em ji bîr nekin ku rûbirûbûna encamên xerab ên Lozanê û serrastkirina xeletiyan ne tenê li ser milê gelê kurdistan e, her wiha li ser milên û dewletên herêmê û hêzên mezin û ew welatên di hevkêşeyên navneteweyî de xwedî bandor in, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, divê rêxistinên sivîl, navendên akademîk û civakî, aktîvîst û kesayetên navneteweyî beşdarî avakirina çarçoveyek aştiyane, demokratîk û bi îradeya baş bibin.
Tevgera Kurdistan li derve dikare roleke pir mezin di navendên siyasî, civakî û zanistî yên welatan de bibîne, ew jî bo danasîna doza Kurd, ragihandina rastiyan û parastin li mafên gelê Kurdistan û peydakirina dostû alîkar li nav xelkêweltatên din û kêmkirina encamên zordariya dîrokî ya Kurdistanê tê kirin. Bê guman ev erkekî pîroze û cîbicîhkirina vê erkê pêvîstî bi bi biratî, hevbeşî û yekîtiya hemûyan heye. Di vî karî de divê dev ji berjewendiyên teng berdin û Kurdistanê di ser hemû berjewendiyan re bibînin.
Hêvîdarim ev civîna girîng encamên bi sûd hebe, pêşniyar û zelaliya li ser çewabûniya encamên peymana lozanê bide me hemûyan û serkeftina we dixwazim.
Gelek spas dikim û bimînin di xêr û xweşiyê de
27.05.2023
Mesûd Barzanî