hevdîtinek bi Cîgera Serokê Parlamentoya Nordrhein-Westfalen re

Roja 22.09.2023,de çalakvana Kurd Xanim Xanev Haco, li parlementoya bajarê Dusseldorf, paytexta navçeya Nordrhein-Westfalenê, ji bo rêzgirtina pêşmergeya zêrîvan , Neqîb Xatê Elî ji gelê menî Êzîdî,ya jî herêma Kurdistanê amede bibû civînek li dar xist. . Bi amadebûna şandek Navenda Rewenda Kurdistanî ya li bajarê Dusseldorf ,û komela Rewşen Bedirxan, bi nûnerê parlamentoyê birêz Serdar Yuksel re hevdîtinek pêk hat û têde dilgiraniya xwe li hember karesat û êş û azarên Êzidiyan û hovîtiya li hember wan hatibû kirin nîşan da û anî ziman ku jin û keçên Êzidî yên ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê de rizgarbûn wê hewl bidin ku alîkariya wan bikin.
Di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku em bernameyekê dimeşînin ji bo van jinên ku zarokên wan hene û dê û bavên wan naxwazin ko wan bînin li cem xwe emê wan bînin Elmanyayê. Neqîb Elî jî tekez kir, ku ew naxwazin zarokan ji wan jinana cuda bikin û vê yekê li ser xwe qebûl nakin, lê hikûmeta Iraqê red dike ku zarokên wan di qeyda xwe ya yasayî de tomar bike û piştre jî bi cegira Serokê Parlamentoya Dusseldorfê Xanim Bêrîvan Aymaz re hevdîtinek pêk hat..

Wê dilgiraniya xwe ya mezin li hember êş û azarên êzîdiyan nîşan da û bi berfirehî dan û standina rewşa siyasî ya Kurdistanê kir û rewşa êzîdiyan û çawaniya alîkariya wan kir, û axaftin li ser rewşa wan û êrişên ji nişka ve ji aliyê welatên cîranên Kurdistanê ve hatin kirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Neqîb Xatê spasiya hikûmeta Elmanya û Parlamentoya Dusseldorfê kir ji bo alîkariyên ku pêşkêşî Kurdên Êzidî kirine, herwiha spasiya Parlamentoyê jî kir ji bo pêşwaziya xweş û mêvanperweriya ku kiri.

___

Ahenga Newrozê Li Kolnê Hate Lidarxistin 

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Beşdariya 40 Saliya Damezrandina Enstîtuya Kurdî li Parîsê Bû

nusar1

 Navenda Rewanda Kurdistanî-Berîtaniya festîvaleke hêviyê li dar xist 

KDC
KDC

FREE
VIEW