Navenda Rewanda Kurdistanî-Denîmark wê tîmeke sporê ya keçên Kurd û dibistanê veke 

Navenda Rewanda Kurdistanî-Danîmark li ser çalakiyên xwe yên ji bo sala nû li hev civiyan û biryar dan ku îsal dibistaneke Kurdî û tîmeke sporê ya keçan vekin 

Desteya îdarî ya Navenda Rewanda Kurdistanî-Danîmark li Kopenhagenê civiya û li wir serokê navendê Sazan Grûn li ser xebatên pêşîn ên navendê axivî û piştre ji rayedarên wezaretê pirsî û rapor û projeyên xwe yên ji bo sala 2023 ‘an pêşkêş kir û ji bo sala nû jî kar û projeyên xwe dan desteya îdarî û hin proje bi berfirehî hatin nîqaşkirin

Çalakiyên ku dê di du mehên pêşiya me de werin lidarxistin û ji wan 8 ‘ê Adarê û salvegera Helepçe yê û vêxistna agirê Newrozê piştre hatin nîqaşkirin, ji ber ku berê biryar hatibû dayîn ku navend pîrozbahiyên Newrozê li dar bixe, lê ji ber rewşê li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hate betalkirin û biryar hate girtin ku tenê bi kombûn û vêxistna agirê Newroza Pîroz û Sersala Kurdî were pîrozkirin. 

Hêjayî gotinê ye ku di heman civînê de behsa çalakiyên werzîşê hate kirin û hate pêşniyarkirin ku tîmeke fotbolê ya keçan were avakirin û di heman demê de biryara vekirina dibistanekê ji bo fêrbûna kurdî bi her du zaravên Soran da. Du endamên Desteya Îdarî ya Navenda Rewanda Kurdistanî-Denîmark weke mamosteyên dilxwaz amadene ku dersan bidin û proje di pêşerojê de dest pê bike .

KDC

FREE
VIEW