Di roja 23.06.2024´an de Navenda Revenda Kurdistanî li Norweç kongreya xweli bajarê Oslo´yê pêkanî.
Kongre bi deqeyek rêzgirtin bo hemû şehîdên Kurdistanê li gel surûda Ey Reqib hate vekirin.
Serokê Navendê Azad Ahmed bi xêrhatina mêvanan kir û kongre bi fermî destpêkir. Dû re sekreter û berpirsê karên rêxistinî bi kurtî li ser kar û xebatên Konfederasyonê û pernsîbên birêvrbirina kongrê axaftinek pêşkeş kir. Piştî Kovan Amedî, Dr. Noreddîn Xoşnaw koordinatorê Konfederasyonê û Arî Mamshae rawêjkarê berpirsê giştî ya revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî de Şîfa Barzanî li ser armanc û grîngî pêdana Kurdistanî bûna Konfederasyonê axivîn.


Rapora xebat û rapora aboriyê ji aliyê serokê berê Azad Ahmed ve hate pêşkeşkirin. Piştî pêşkeşkirina raporan û pirs û bersîvan, kongre dest bi hilbijartina Komîteya nû ya Birêvebir kir.
Ji bo Komîteya Birêvebir kesên li jêr hatin hilbijartin.
1- Xatûn Zîn
2- Newroz Mardînî
3- Rodî Îlgen
4- Yad Amîn
5- Nûr Çeto
6- Îdrîs Kerîmî
7- Celal Hesen Reşo
8- Abdulbaqî Husseyinî
9- Serbest Ahmed