Hevdîtinek bi nûnerê berê yê Yekîtiya Ewropayê Jan Fîegal re

Rehîm Reşîdî ku wek nûnerê Konfedrasyona Rewanda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê tê nasîn ligel Jan Figal nûnerê berê yê Yekîtîya Ewrûpa bo Azadiya Olan û kesayetên navdar ên navneteweyî civiya
Di civînê de behsa girîngiya têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hate kirin Endamê desteya rêveberiya Konfedresyona Rewanda Kurdistanî Rehîm Reşîdî li ser mijarên mafê mirovan û binpêkirina azadiya neteweyên bindest li Îranê û li ser hejmara zêde ya girtiyên siyasî û olî axivî û Kurd û metirsiya darvekirina hinek ji wan ji aliyê rayedarên Tehranê ve û ji kesayetiyên navnetewî xwest ku zextê li rejîma Îranê bikin bi alîkariya hevkarên wan ji bo rawestandina van binpêkirinan
Reşîdî ev plana pejirandî ya dewleta Beljîkayê jî wek şermizariyeke dîrokî bo demokrasîya Ewropayê şîrove kir ji ber ku ji bo Satus bi rejîma Îranê re hatibû pesendkirin ku ew ji bo azad kirina Esed hatibû ku ji ber hewildanên terorîstî 20 salan ji aliyê dadgeha Belcîkayê ve bi cilên dîplomatîk hatibû desteserkirin Reşîdî pêngava Belçîkayê ji bo ewlekariya Ewropayê weke gefeke cidî şîrove kir
Di beşeke din ya civînê de behsa mijara penaberan û metirsiya êrîşên Tirkiyeyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û lazime pêşî girtin ji êrîşan were kirin
Paşî hîngê pirsa demokrasîyê li herêma Kurdistanê û pêywîstîya berdewamîya piştevanî û alîkarîya Rojavayiyên deverê mijareka din a guftûgoyê bû
Jan Fîgal ku kêfxweşiya xwe ya ji bo civînê anî ziman behsa serpêhatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn kir û got ku di dema xwe ya berpirsane de çûye Herêma Kurdistanê û şahidiya azadiya ol û vekirîbûna Kurdistanê kiriye
Herdu alîyan biryar dan, ku di bareya pirsên hilawîstî de guherandina bîr û nerînan berdewam bin .

KDC

FREE
VIEW