Di Salvgera Koça Dawî Ya Dr. Nûredîn Zaza De Navenda Revenda Kurd Peyamek Weşand

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt ji bo salvegera wefata têkoşerê Kurd Dr. Nûredîn Zaza peyamek belav kiriye.

Wek Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt, bi munasebeta derbasbûna sî û sê sal ji ser wefata siyasetmedar Kurdê Rojavayê Kurdistanê Nûredîn Zaza em serê xwe li ber ruhê bilind ê Dr. Nûredîn Zaza ditewînin. Em bang li hemû Kurdên parçeyên cûda yên Kurdistanê dikin ku bi ruhê, wek Dr. Nûredîn ji bo doza gelê Kurd bixebitin û nekevin bin bandora planên dijminên gelê Kurd li hemû parçeyên cûda, ji bo yekitiyê tev bigerin û divê em bizanibin yekdengî wê me bigihîne mafên me yên rewa.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt
07.10.2021

33 sal di ser mirina serokê mezin Dr. Nûredîn Zaza re derbas bûn.

Roja pêncşema 7ê Cotmeha 2021an 33 saliya koça dawiya têkoşerê mezinê Kurd, damezrîner û serokê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê – PDKS Dr. Nûredîn Zaza ye.

Dr. Nûredîn Zaza têkoşerekî bêhempa ye û hemû jîyana xwe ji bo azadîya gelê Kurd û rûmeta milletê Kurdistanê terxan kiriye. Di jiyana xwe ya siyasî de gelek caran hatiye zîndanîkirin û êşkencekirin. Jiyana dijwar, talankirina mal û milkên wî bandor li ser têkoşîn wî nekir. Her bi berdewamî hewl bo doza rewaya mafên gelê xwe daye û hewl daye ku navê Kurdistanê di nav hevsengiyên siyasî û navdewletî de hebe.

Dr Nûredîn Zaza li Ewropayê û li Kurdistanê ji bo damezrandina komele û rêxistinên siyasî û pîşeyî gelek hewl daye:

Di sala 1937an de Dr. Nûredîn Zaza, li Şamê li gel hevalên xwe yên xwendevan Komeleya Hêvî damezrandiye û di heman salê de Klûba Fûtbolê ya Kurdistanê ku di Şampiyoniya Futbolê ya Sûriyê de bi ser ket, ava kiriye.

Di sala 1949an de Dr. Nûredîn Zaza, li Swîsrê bi pênc hevalên xwendekar re Komeleya Xwendevanên Kurd li Ewropayê damezrandiye û wek serokê komeleyê hatiye hilbijartin. Kovareke bi navê Dengê Kurdistanê derxistiye.

Di sala 1956an de berî ku vegere Kurdistanê, Yekitiya Xwendevanên Kurd li Ewropayê ava kiriye.

Di sala 1957an de tevî hevalê xwe yê têkoşer Osman Sebrî û hin hevalên din Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDK-) damezrandiye û bûye serokê partiyê.

Mixabin tevî hewldanên mezin ên Dr. Nûredîn Zaza ji bo damezrandina partî û xizmeta gelê Kurd, hevalên wî di şert û mercên herî dijwar de ew terikandin. Gotegotên derew li ser wî derxistin. Ev tiştên ku li dijî wî hatin kirin ji bo ku kesayetiya wî ya siyasî û têkoşîna wî tar û mar bikin bû. Lê ew di xwestekên xwe yên nebaş de bi ser neketin, ji ber ku gel ji wan bawer nedikir û ji kesayetiya Nûreddîn Zaza piştrast bûn. Wan dizanî ku ew yekî rêzdar, rewşenbîr bû ku dilsozê partiya xwe bû, dûrî fraksiyonan û parçebûna partiya xwe bû.

Dr. Nûredîn Zaza di sala 1988an de em bi tenê hîştin lê bîranînên wî wê heta hetayê di dilê Kurdan de her bimîne.

___

Konfederasyona Rewanda Kurdistanê dest xweşî li Hewlêr û Naşvîlê kir 

KDC

London: Navenda Rewanda Kurdistanê beşdariya semînarekê li ser çareser kirina kêşeya deverên dabirandî yên Kurdistanê kir

KDC

Hewlêr: Tahir Hewramî pêşwaziya rahênerê werzişê Bzhar Rwandzî kir 

KDC
KDC

FREE
VIEW